Rewşenbîrên Şedadê paşguhkirina vegerandina koçberan şermezar kir

Rewşenbîrên bajarê Şedadê, helwesta hikumeta derbasbûnê ya Şamê der barê vegerandina koçberan de şermezar kir. Rewşenbîran got vegera koçberan gaveke girîng e, ji bo pêkanîna jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyên Sûriyeyê de.

Rewşenbîrên Şedadê paşguhkirina vegerandina koçberan şermezar kir
Rewşenbîrên Şedadê paşguhkirina vegerandina koçberan şermezar kir
Rewşenbîrên Şedadê paşguhkirina vegerandina koçberan şermezar kir
25 hezîran, 2025   05:45
HESEKÊ
XIDIR FEYAD

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihandibû ku ew amade ye ji bo koçberan vegerîne cih û warên wan. Di vê çarçoveyê de, çend komên koçberan ji kampên Holê û Erîşayê vegerandin herêmên wan.

Lê heta niha hikumeta derbasbûnê ya Sûriyeyê vê mijarê paşguh dike û berpirsyariyên xwe yên der barê vegera koçberan de pêk nayne. Di vê navberê sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve li dijî şêniyên li herêmên dagirkirî, berdewam dikin.

Rewşenbîrên li bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê der barê mijarê de ji ajansa me re axivîn.

Mehdî El Dixêm helwesta xwe wiha anî ziman û got: “Piştî rêkeftina der barê vegera koçberan de pêk hat, Rêveberiya Xweser zû tevgeriya û ji bo vegera wan dest bi xebatê kir, lê hîna astengiyên mezin hene, bi taybet li deverên dagirkirî yên wekî Efrîn û Serêkaniyê, ku heta niha vegera koçberan bi rastî nehatiye bicîhanîn.”

El Dixêm her wiha got: "Tevî biryarên ku ji hêla Şamê ve hatine dayîn jî, zêdetirî nîv milyon koçber hene hîna venegeriyane deverên xwe. Divê vegera wan were hêsankirin da ku aştiya navxweyî pêk were û rûpelek nû were vekirin. "

Fadil El Ehmed jî der barê mijarê axivî û nêrînên xwe wiha anîn ser ziman: "Piştî peymana der barê vegera koçberan bo deverên xwe, bi taybet deverên di bin kontrola qaşo Artêşa Niştmanî ya Sûriyeyê, tiştek neguheriye. Berevajî vê, binpêkirin zêde bûne, bi taybet li dijî jinan."

El Ehmed da zanîn kir dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi rêya koçberan destkeftiyan bi dest bixe, sûriyeyiyên li Tirkiyeyê xwe wek karteke bazarê bi kar tînin. Piştre wan vedigerînin herêmên dagirkirî da ku demografiya wan herêman biguherînin.

Ehmed di dawiyê de ev tişt anîn ziman: "Komên çekdar û çete astengiya sereke ya li pêşiya vegera koçberan in."

Ehmed bang li hikumeta derbasbûnê kir ku erkên xwe bi cih bîne û peymana der barê vegera ewle ya koçberan de bi cih bîne.

(k)

ANHA