Li Tebqa, Reqa û Dêrazorê şêwirên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan

Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li kantonên Tebqa, Reqa û Dêrazorê şêwirên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan li dar dixe.

Li Tebqa, Reqa û Dêrazorê şêwirên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan
Li Tebqa, Reqa û Dêrazorê şêwirên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan
Li Tebqa, Reqa û Dêrazorê şêwirên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan
Li Tebqa, Reqa û Dêrazorê şêwirên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan
Li Tebqa, Reqa û Dêrazorê şêwirên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan
Li Tebqa, Reqa û Dêrazorê şêwirên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan
Li Tebqa, Reqa û Dêrazorê şêwirên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan
25 hezîran, 2025   04:15
REQA
DÎMA MIHEMED

Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li kantonên Tebqa, Reqa û Dêrazorê projeyeke berfireh daye destpêkirin. Armanca van projeyan ew e jinan ji hêla ramyarî û rêxistinî ve bi hêz bike, da bibin hevkarên bibandor ji bo xurtkirina nirxên azadî, edalet û wekheviyê.

Di çarçoveya vê projeyê de, komîte şêwirên xwedina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan li dar dixe. Endamên rêxistinên jinan, meclisan, komîn û partiyên siyasî beşdarî van civînan dibin. Di her civînekê de, 10 heta 25 jinan beşdar dibin.

Li kantona Tebqayê, şêwir di Gulana sala 2024`an û Nîsana 2025`an hatin lidarxistin. Her çalakiyeke xwendinê 10 rojan dom kir.

Ji rêvberên Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Emîna Xelîl destnîşan kir ku van hiştiya ku jin di hêla ramyarî de kûr bibin û baweriya wan bi wan zêde kir, her wiha hişt ku jin beşdarî çalakiyên civakî û siyasî bibin.

Li Dêrazorê, şêwir di Gulana 2024`an û Nîsana 2025`an de hatin lidarxistin, mijarên mîna pirsgirêkên desthilatdariyê, xweza û neteweya demokratîk hatin gotûbêjkirin. Bernameya xwendinê her soj ji 08:00 sibehê heta 14.00 piştî nîvro dewam kirin.

Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiyayê Sîham El Xelî diyar kir ku van rûniştinan hişt ku hişmendiya mêr a desthilatdr hilweşe bûn, her wiha jinan piştgirî dan daxwaza azadiya fîzîkî ya rêber. Di rûnştinan de feslefeya neteweya demokratîk jî hate gotûbêjkirin.

Sîham El Xelîl tekez kir beşdarên rûniştinan têgihiştin ku hêza jinan bingeha avakirina Sûriyeyeke azad  bê mezhebperestî û nijadperestî ye. Jinan anî ziman ku ew dixwazin ev xebatên xwendinê berdewam bikin.

Li Reqayê, qonaxa yekem a şêwiran di Gulana 2024`an de û ya duyem jî di Nîsana 2025`an de dest pê kir.

Di şêwiran de mijarên azadî, demokrasî û rola jinan di civakê de, hatin gotûbêjkirin û beşên parêznameyan hatin xwendin. Her ji bo xwendina pirtûka ‘Sosyolojiya Azadiyê’ jî şêwirên heftane hatin lidarxistin.

Ji rêveberên şêwiran Hafîze El Ehmed da zanîn ku jin bi coş tev lê bûne. Her wiha diyar kir ku ev çêwir bûn alîkar ji bo bilindkirina hişmendiya siyasî û civakî ya jinan, da ku rola xwe ya sereke bo avakirina civakan nas bikin.

(k)

ANHA