Rewşenbîr: Divê biryara Wezareta Perwerdeyê were rastkirin

Rewşenbîran biryara Wezareta Perwerdeyê ya têkildarî ziman kurdî red kir û destnîşan kir ku piştî kiryarên şovenî yên rejîma berê yên li hember ziman û çanda kurdî, ew biryar ne li gorî daxwazên gelê Kurd e.

Rewşenbîr: Divê biryara Wezareta Perwerdeyê were rastkirin
6 îlon, 2026   02:35
QAMIŞLO
MIHEMED NÛRÎ ELO

Li Rojava bertekên li dijî biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya bi hejmara 2068/964’an a girêdayî dayîna tenê 3 dersên fêrbûna zimanê kurdî û dîtina wê wek zimaneke vebijêrkî didomin. Daxwaz tê kirin ku ev biryar were rastkirin, zimanê kurdî bibe zimanekî fermî li Sûriyeyê û di destûra nû de were tesbîtkirin. 

Têkildarî mijarê helbestvan û nivîskar Enahîta Sîno ji ajansa me re axivî û da zanîn ku ziman mafê hemû gelan e, mafê her miletekî ye ku bi zimanê xwe biaxive, ziman temsîla nasnameya gelan e, dîrok û mîrateya wan diparêze.

Enahîtayê destnîşan kir ku di salên dawîn de zimanê kurdî rastî kiryarên qirkirin û asîmîlasyonê hat, tevî van kiryaran jî hebûna wê hat parastin û ev tişt anî ziman: “Kevneşopî, dîrok û wêjeya me bi awayekî devokî ma, îro di demekê de ku destûreke nû tê danîn divê rê bê dayîn ku hemû milet daxwaza mafên xwe bikin.”

‘EM DIXWAZIN DI DIBISTANAN DE BI ZIMANÊ XWE YÊ KURDÎ PERWERDEYÊ BIBÎNIN`

Enahîtayê wiha domand: “Dayîna tenê 3 dersan di hefteyekê de nayê qebûlkirin, ji bo gelê Kurd em naxwazin zimanê xwe nas bikin, em bi rêya dayik û bavên xwe zimanê xwe nas dikin, em dixwazin di dibistanan de perwerdeya bi zimanê kurdî bibînin, cudahiyeke mezin di navbera her du mijaran de heye.”

Enahîta Sîno da zanîn ku gelê Kurd dixwaze hemû waneyan bi zimanê kurdî bixwîne, erdnîgarî, bîrkarî, fîzîk û kîmya, hwd û biryara Wezareta Perwerdeyê ne li gorî daxwazên gelê Kurd e, bi taybet piştî şoreşeke 15 salan a tijî ked û berxwedana şehîdan.

Enahîta Sîno bal kişand ser zehmetiyên ku rastî rewşenbîrên Kurd di qada nivîsîna bi zimanê kurdî tên û wiha pê de çû: “Di destpêka rêwîtiyê de me zehmetiyên mezin dîtin, me bi awayekî dizî dinivîsand, heta em gihîştin vê rojê, ji ber vê yekê em vê biryarê red dikin.”

Enahîta Sîno destnîşan kir biryarên wezaretê dikarin werin sererastkirin û got: “Ev mijareke normal e û peyama me ew e ku zimanê kurdî layiqî parastinê ye, piştî salên ku rastî qirkirin û asîmîlasyonê hatine, gelê Kurd jî layiq e ku bikare dîroka xwe bi zimanê xwe binivîse. Ji ber vê yekê divê zimanê kurdî di hemû rewşan de bê parastin.”

`BIRYAR LI GORÎ KEDA KU HATIYE DANÎN NÎN E`

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep û mamosteyê zimanê kurdî û xebatkarê qada zimanê kurdî Mistefa Ferhan ji ajansa me re got: “Biryar ne li gorî daxwaz û keda gelê Kurd a ji bo hilweşîna rejîma berê ye.”

Mistefa Ferhan diyar kir ku hêviyên wan ew in ku di Sûriyeya nû de li kêleka zimanê erebî zimanê kurdî bibe zimanekî fermi, zimanê kurdî bibe zimanê edalet, şaredarî, dibistan û hemû saziyên din.

Ferhan destnîşan kir ku gelê Kurd di Sûriyeya nû de dixwaze li kêlek gel û pêkhateyên din bijî, daxwaza wan ew e ku Sûriyeyê dûrî mijarên alîbûn û terorê bikeve, ber bi Sûriyeyeke azad û demokrat ku hemû pêkhate di nav de azad bijîn û mafê xwe misoger bikin.

Mistefa Ferhan da zanîn ku gelê Kurd bi hezaran salan e li ser xaka xwe dijî, rejîma berê ew ji mafên çandî, siyasî û aborî mehrûm kir.

`DI ZIMANÊ KURDÎ DE TÊGÎNÊN ZANISTÎ YÊN ZENGÎN HENE`

Mistefa Ferhan wiha got: “Divê girêdana Kurdan bi welat hebe, ev yek jî bi naskirina dewleta Sûriyeyê ji zimanê kurdî wek zimanekî fermî û tesbîtkirina wî di destûrê de pêk tê. Bi van gavan hevkariya rastî ya ber bi Sûriyeke nû û demokratîk de ya di nava gelê Sûriyeyê de tê avakirin.”

Ferhan destnîşan kir ku zimanê kurdî zimanekî gelekî zengîn e, ew dikare ji bo hemû waneyên zanistî bê bikaranîn, divê biryarên têkildarî ziman ji bo hemû pêkhateyên Sûriyeyê pêk werin, di nava zimanê kurdî de têgînên taybet ji bo hemû waneyên zanistî hene.

Mistefa Ferhan diyar kir ku ew dixwazin dewleta Sûriyeyê ya nû ji bo hemû sûriyeyiyan bêyî cudakarî bibînin.

(sb)

ANHA