Rewşa zaroka di êrişa dagirkeran de birîndar bûye giran e

Birîndarên êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Deşîşe yê navçeya Şedadê tên dermankirin. Xebatkarên tenduristiyê diyar kir ku rewşa zaroka birîndar giran e.

Rewşa zaroka di êrişa dagirkeran de birîndar bûye giran e
9 kanûn, 2023   16:36
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker barbanga îro li gundê Deşîşe yê navçeya Şedadê malek topbaran kir û ji malbatekê 4 kes birîndar kirin. Navê birîndaran ev in:  dayik Nûriya El Hisên (40), bav Ebduselam El Mele, Kemal Ebduselam Mihemed El Mele (16), Muna Ebduselam Mihemed El Mele (10).

Birîndar li nexweşxaneya Hikme ya li bajarê Hesekê tên dermankirin. Li gorî xebatkarên nexweşxaneyê, rewşa Muna ya ku ji milê xwe yê rastê ve birîndar bûye û emeliyet kir giran e. Xebatkarên tenduristiyê diyar kir ku Kemal ji ber parçeyên çekan ji hemû laşê xwe ve birîndar bûye xwîn rijiyaye li fatreşa wî, bav Ebduselam jî ji serê xwe ve birîndar bûye. Li gorî xebatkarên tenduristiyê birîna dayik Nûriya sivik e.

(bb)

ANHA