Rewşa siyasî ji şêniyên Reqayê re hat şîrovekirin

Hevserokê şandeya dan û standinan Ebid Hamid El Mihbaş civînên dawîn ên di navbera nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikumeta veguhêz de serketî û berhemdar nirxandin û got ew di nenavendîtiyê de bi israr in.

Rewşa siyasî ji şêniyên Reqayê re hat şîrovekirin
Rewşa siyasî ji şêniyên Reqayê re hat şîrovekirin
Rewşa siyasî ji şêniyên Reqayê re hat şîrovekirin
Rewşa siyasî ji şêniyên Reqayê re hat şîrovekirin
Rewşa siyasî ji şêniyên Reqayê re hat şîrovekirin
15 cotmeh, 2025   15:30
REQA

Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi armanca nirxandina rewşa siyasî, civînek li Hola Mişwar a li bajarê Reqayê li dar xist. Nûnerên saziyên sivîl, leşkerî, Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê û bi dehan şêniyên kantonê û şêx û rûspiyên wê beşdar bûn.

Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevserokê şandeya dan û standinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebid Hamid El Mihbaş rewşa siyasî û dan û standinên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz de nirxandin.

El Mihbaş diyar kir ku civîna bi şandeya amerîkî ya bi serokatiya nûnerê taybet ê Amerîkayê yê li Sûriyeyê Thomas Barrack re erênî bû û di encamê de komîteyên ewlehî û leşkerî hatin avakirin. Komîteyan serdana Şamê kir û bi rayedarên hikumeta veguhêz re civiyan.

El Mihbaş diyar kir ku dan û standin ji aliyê her du aliyan ve di rêya rast de diçe û çareseriya leşkerî ne li pêş e. El Mihbaş bi domdarî got: "Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêza me heye welat bi rê ve bibin û beşdarî rêvebirinê bibin. Lê daxwaza me ne erk an desthilatdarî ye, lê nûnertiyeke adilane ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya welatekî nenavendî de ye."

Ebid Hamid El Mihbaş rûxandina rejîma Esed wek gava yekemîn a şoreşa Sûriyeyê nirxand û diyar kir ku hîna rêya avakirina Sûriyeyeke demokratîk a bi beşdariya hemû pêkhateyên wê dirêj e û got: "Şoreş bi dawî nebûye. Kengî hemû armanc pêk werin, hingî dê şoreş bi dawî bibe."

El Mihbaş anî ziman ku rêvebirina welat divê bi rêya hilbijartin û dengdanê be û got rewabûna hilbijartin gel e, divê gel nûnerên xwe yên parlamento û serokatiya welat hilbijêre.

El Mihbaş di dewama axaftina xwe bi bîr xist ku Rêveberiya Xweser berdêlên giran dane û bi armanca xwe ya avakirina welatekî pirreng, nenavendî û artêşeke nîştimanî ku nûnertiya tevahiya Sûriyeyan bike, bi israr e.

El Mihbaş anî ziman ku dewleta Tirk li zextê li Şamê dike da ku dan û standinên bi Rêveberiya Xweser re asteng bike û got Rêveberiya Xweser ji DYA û Fransayê xwestiye bibin garantorên dan û standinan û ev yek jî bû sedema ku dan û standin baş bi rê ve biçin.

Ebdi Hemid El Mihbaş desntîşan kir ku projeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne parçebûn e, armanc dike ku demokasî û edalet li gelemperiya Sûriyeyê pêk were û wiha pê de çû: "Armanca me ne tenê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, armanca me demokratîkbûna tevahiya Sûriyeyê ye."

El Mihbaş îşaret bi xetereyên rûdanên li Siwêda û peravê kir û got divê piştgiriya daxwaza gelê Sûriyeyê di çarçoveya nîştimanî de were kirin û anî ziman ku tevahî sûriyeyî di pêkanîna serkeftinê de hevkar in.

Ebid Hamid El Mihbaş di dawiya axaftina xwe de got divê gelê Sûriyeyê siberoja welatê xwe diyar bike, ne yên ku herêmekê rizgar dike yan jî yekî din kontrol dike. El Mihbaş bang li eşîrên Ereban jî kir ku bibin faktorên îstîqrar û yekitiyê, nebin aliyekî şerê mezhebî yan etnîk.

(bb)

ANHA