Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî karwanekî din şand Rojava

Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî 13 kamyonên din ên alîkariyê derbasî Rojava kirin.

Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî karwanekî din şand Rojava
22 ÇILE, 2026   15:48
QAMIŞLO

13 karwanên din ên alîkariyên mirovî ku ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî ve hatine şandin, derbasî Rojava bûn.

Barê karwanê alîkariyê ku ji deriyê Sêmalkayê re derbasî Rojava bû, ji cil, şîrên zarokan û dermanan pêk tê.

Dezgehê duh jî karwanekî alîkariyê şandibû Rojava û radestî Heyva Sor a Kurd kiribû. Hevya Sor a Kurd alîkarî li xelkê ji Reqa, Tebqa, Dêrazor, Heleb, Helebê û Şehbayê yên ji ber êrişên hikumeta demkî ve koçber bûne, belav kirin.

(b)

ANHA