Rêwîtiya şehîd Goran Dêrsim… mîrasa wêrekî û baweriyê

Şehîd Goran Dêrsim bi vîn û baweriya xwe ya bi têkoşîn û neteweya demokratîk nimûneyeke berxwedanê nîşan da. Tev li nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk bû û piştre di nava refên gerîla de rêya xwe domand, ji bo doza ku jê bawer jiyana xwe feda kir û li çiyayên Zapê şehîd ket. Navê xwe di dîroka gelên azad de nivîsand.

Rêwîtiya şehîd Goran Dêrsim… mîrasa wêrekî û baweriyê
Rêwîtiya şehîd Goran Dêrsim… mîrasa wêrekî û baweriyê
Rêwîtiya şehîd Goran Dêrsim… mîrasa wêrekî û baweriyê
Rêwîtiya şehîd Goran Dêrsim… mîrasa wêrekî û baweriyê
Rêwîtiya şehîd Goran Dêrsim… mîrasa wêrekî û baweriyê
Rêwîtiya şehîd Goran Dêrsim… mîrasa wêrekî û baweriyê
Rêwîtiya şehîd Goran Dêrsim… mîrasa wêrekî û baweriyê
Rêwîtiya şehîd Goran Dêrsim… mîrasa wêrekî û baweriyê
Rêwîtiya şehîd Goran Dêrsim… mîrasa wêrekî û baweriyê
Rêwîtiya şehîd Goran Dêrsim… mîrasa wêrekî û baweriyê
Rêwîtiya şehîd Goran Dêrsim… mîrasa wêrekî û baweriyê
27 gulan, 2025   06:15
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Goran Dêrsim li kuçeyên gundê xwe yê biçûk mezin bû. Ji zarokatiya xwe ve jiyan wek rêya têkoşîn û guhertinê didît û tenê bi dîtina rastiyê têr nedibû, lê dixwest bibe parçeyekî afirandina wê.

Goran Dêrsim ku navê wî yê rast Hemed Hesen Nûweydis e, di sala 1999’an de li gundê Dildara yê bajarê Til Koçerê wek kurê pêncemîn di malbateke ji eşîra Şemer a Ereb de hatiye dinê. Zarokatiya wî ne hêsan bû. Di sala 2007’an de malbata wî ji bo peydakirina debara jiyana xwe koçî gundê Kêşkê kir. Di nava şert û mercên dijwar ên aborî de jiya, lê tu carî teslîm nebû.

VÎNA KU SERÎ NATEWÎNE

Goran di nava zeviyên gund û dibistanên biçûk de mezin bû û ji ber nebûna dibistanan li gundê wî, di dema xwendinê de rastî zehmetiyan hat û ji ber vê yekê jî dereng çû dibistanê. Ev yek nebû asteng li ber xwestekên wî. Ji serê sibê de li firina gund dixebitî, piştre bi vîneke xurt diçû dibistanê. Wî her dijwariyek wek derfeteke mezinbûnê didît û her dem alîkariya xelkê gundê xwe dikir, di wê baweriyê de bû ku hevkarî bingehek e ji bo avakirina têkiliyên mirovî.

TÊKILIYÊN XURT BI MALBATÊ RE\

Têkiliya Goran bi malbata wî re taybet bû, bi taybetî jî bi diya xwe re. Bavê wî Hesen dibêje: "Goran ruhê malê bû. Hebûna wî em bi kêf û coş dikirin. Carinan dayika xwe hildigirt û di nava malê de digerand, mîna ku hezkirina xwe ya ji bo wê bi rengekî bêhempa îfade dikir." Ew ne tenê xortekî azwer bû, lê li ser gotina xwe û dilsozê axa xwe bû, wek ku bavê wî bi serbilindî dibêje.

Birayê wî Hemûd jî li ser taybetmendiyên wî wiha dibêje: "Goran bi azweriya xwe ya bêdawî û dirustbûna xwe dihat nasîn. Bi vîna xwe ya xurt û dûrtûna ji derew û durûtiyê diyar bû. Tevî ku Ereb bû jî, di xwendina xwe de û bi taybet di zimanê kurdî de jêhatî bû, dixwest ziman fêr bibe ji bo ku bi hevalên xwe têkiliyê bike û nirxên biratiya gelan biçespîne.”

TÊKOŞÎN Û TEVLÊBÛNA NAVA QSD'Ê

Goran ne tenê xortekî gundî bû ku li siberojeke baştir digeriya, lê wî xwe wek beşeke tevgereke rastîn a guhertinê didît. Şervanên ku çûn gundê wî bandora xwe lê kir, lewma carê  digot "Ev ne tenê leşker in, doza wan heye." Vê yekê hişt ku di sala 2017’an de, piştî qedandina dibistana navîn, tevlî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bibe.

Di nav 5 salan de, perwerdeyeke giran derbas kir, tev li gelek akademiyên leşkerî bû, bû pisporê paqijkirina mayinan. Piştre tev li Tabûra Şehîdên Qereçoxê bû û di nava hêzên komando de cih girt. Di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Til Temir û Serêkaniyê de cih girt.

Hevalê wî yê zarokatiyê û hevrêyê wî di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk de, Bilind Emoka jî bal kişand ser wê yekê ku Goran nimûneya vîna xurt bû û wiha got: "Ew fermandarekî xwezayî bû ku zû baweriya fermandaran pê dihat û bû fermandarê Tabûra Qereçoxê û bi cidiyet û vîna xwe dihat nasîn. "

TEVLÊBÛNA NAVA REFÊN GERÎLA Û ŞEHADETA WÎ

Di sala 2021’an de Goran di jiyana xwe de gava herî girîng avêt. Di nava Hêzên Parastina Gel (HPG) de cih girt, li çiyayên Kurdistanê tev li şerên dijwar bû, di çeperên herî pêş de parastina doza gelê xwe kir. Di 21’ê Sibata 2025’an de li Zapê şehîd bû.

XEWNEK BÛ, VEGUHERÎ RASTIYÊ

Goran ne tenê şervanek bû, ew xeyala biratî, azadî û edaletê bû. Di bîrdanka rêhevalên xwe de mohra xwe hişt û bû sembola têkoşîn û berxwedanê. Navê wî di çîrokên şoreşgerên ku qet nalerizin û xeyalên wan qet naşikê de tê vegotin.

(k)

ANHA