Li gundê Carûdiyê kooperatîfên çandiniyê bûne model

Xelkê gundê Carûdiyê ji bo pirsgirêkên xwe yên aborî çareser bikin, kooperatîfên çandiniyê ava kirine.  

Li gundê Carûdiyê kooperatîfên çandiniyê bûne model
Li gundê Carûdiyê kooperatîfên çandiniyê bûne model
Li gundê Carûdiyê kooperatîfên çandiniyê bûne model
Li gundê Carûdiyê kooperatîfên çandiniyê bûne model
Li gundê Carûdiyê kooperatîfên çandiniyê bûne model
Li gundê Carûdiyê kooperatîfên çandiniyê bûne model
Li gundê Carûdiyê kooperatîfên çandiniyê bûne model
Li gundê Carûdiyê kooperatîfên çandiniyê bûne model
Li gundê Carûdiyê kooperatîfên çandiniyê bûne model
15 gulan, 2026   06:45
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Gundê Carûdiyê yê bajarê Dêrikê bûye modeleke civakî û aborî. Civakeke hevgirtî ye û hevbeş dixebitin. Bi rêya kooperatîfên çandiniyê têkiliya xwe ya civakî diparêzin.

Gundê Carûdiyê ku ji 47 malbatan pêk tê, li ser bingeha jiyana hevbeş û komînal a ji dayik û kalikên xwe wergirtine, têkiliyên xwe yên civakî diparêzin.

Sala 2012`an şêniyên gund kooperatîf ava kirin. Li baxçeyekî 2 donim gelek cureyên daran wekî hejîr, gûz, hinar, manga û karçik çandibûn û niha ew dar mezin bûne. Şêniyên gund ne tenê berhema baxçe li hev belav dikin, ew rojane bi hev re li baxçe dixebitin. Bi hev re daran diçînin, paqij dikin û li daran dinêrin.

Dema ku dibe mewsima berhevkirinê şêniyên gund komîteyekê ku ji 3 kesan pêk tê, bi rêxistin dikin. Endamên komîteyê berhema baxçe kom dikin û wekhev li şêniyên gund belav dikin. Her wiha xelkê gund kursî li baxçe danîne, lembe xistinê û li wê derê li hev dicivin. Her ku têne baxçe rewş û pirsgirêkên gundê xwe nîqaş dikin.

Şêniyên Carûdiyê kooperatîfa çandiniyê jî ava kir. Erdekî 5 donim û nîv bi hev re diçînin. Her sal dexl, nîsk û fasûlye diçînin. 47 malbat bi hev re di vî erdî de dixebitin, li gorî mewsimê xwe bi rêxistin dikin, hinek ji wan erd diçînin, hinek av didin û hinek berhev dikin, piştre jî berhema erd wekhev li hev belav dikin.

Narîman Hesen got ew ne tenê di çandiniyê de bi hev re dibin alîkar, ew di gelek hûrgiliyên jiyanê de bi hev re dibin alîkar û wiha got: "Em rojane bi hev re dixebitin, di kêfxweşî û xemgîniyan de li gel hev in. Bi kooperatîfên çandiniyê re têkiliya me ya civakî xurttir dibe û ev têkiliya me gelekî kevnar e. Xelkê gund bi hev re van kooperatîfan bi rê ve dibe û pêdiviyên xwe pêk tîne."

Narîman Hesen wiha dawî li gotinên xwe anî: "Em dixwazin ev tecrubeya me derbasî gund û herêmên dîtir jî bibe. Bi hevgirtin û jiyana hevbeş em têkiliyên xwe yên civakî diparêzin û pirsgirêkên xwe yên aborî çareser dikin.”

(np)

ANHA