Hûrgiliyên bûyerên li gundên Aşmê û Cedê qewimîne

Endamê Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Kobanê Emîn Salih hûrgiliyên bûyerên li gundên Aşmê û Cedê yên Kobanê di 10ˊê Hezîranê de qewimîne aşkera kirin.

Hûrgiliyên bûyerên li gundên Aşmê û Cedê qewimîne
15 hezîran, 2026   06:40
KOBANÊ
DICLE EHMED

Li hundên Aşmê û Cedê yên Kobanê, nakokiyeke herêmî ya di navbera malbatên şivanan de derket, veguherî pevçûnên sînorkirî. Li hember vê bûyerê Hêzên Ewlekariya Hundirîn destwerdan kir, rewş dîsplîn kir û nakokî vehewand. Hêzan bûyer û sedemên derketinê lêpirsîn kirin.

Di demekê de li herêmê hewldanên ewlehî û îdarî yên berdewam ji bo xurtkirina aramî û rêgirtina li ber her hewldaneke têkbirina lihevkirinên di navbera pêkhateyên xwecî de tên kirin ev pêşdeçûn çêbûn. Ji bo naskirina tiştê di wê rojê de qewimî ye ajansa me hevdîtin bi endamê Fermandariya Giştî ya Ewlekariya Hundirîn a Herêma Kobanê Emîn Salih kir.

Salih got: "Çarşema borî di navbera 2 şivanên ji gundên Aşmê û Cedê yên rojavayê Kobanê de li ser çêregehê nakokî derket. Ev nakokî bi pêş ket, bû sedema rageşiyê di navbera her du malbatên şivanan de. Bi bihîstina dengê guleyan re dewriyeya hêzên Ewlekariya Giştî ji benda kontrolê yê gundê Cedê destwerdan kir."

Salih wiha domand: "Bi awayekî bê qesd hin şêniyên gundê Aşmê dewriye hedef girtin. Di encamê de zirarên madî bi wesayîtên dewriyeyê bûn û endamek birîndar bû."

Di berdewama şîrovekirina bûyerê de Salih anî ziman ku: "Dema girtina kesekî destê wî di hedefgirtina dewriyeyê de heye û di operasyona serdegirtinê de endamekî dewriyeyê di korteke kûr a gund wer bû. Têkilî pê re qut bûn. Dewriyeyê jî texmîn kir ku hin şêniyan ew endam girtiye."

Salih destnîşan kir ku li ser wê bingehê, hêzên Ewlekariya Giştî operasyona lêgerîna berfireh li gund da destpêkirin, dronên keşfê rabûn. Lê yek ji dronên keşfê xerab bû, kete xwarê. Ji ber wê hin mal û milkên welatiyan û zeviyên gundê Aşmê şewitîn.

Di dewama axaftina xwe de Salih anî ziman ku têgihiştina şaş a ku ji ber nezaniya gel ji nasnameya hêza li wê derê çêbû, bû sedema pevçûnên sînordar di navbera hin şênî û hêzên Ewlekariya Giştî de.

Salih diyar kir ku dûre endamê ewlehiyê yên ketiye korta kûr a li maleke gundê Aşmê hat dîtin û ji ber ketinê birînên wî giran bûn.

Salih got: "Dema agahî gihîştin hêzên me yên li Kobanê, yekser destwerdan kir, pevçûna navbera her du aliyan rawestand, helwest vehewand, têgihîştina şaş çareser kir. Dûre jî li gundên Aşmê û Cedê operasyon hat destpêkirin, hejmarek tohmetbar hatin girtin, niha di lêpirsînê de ne."

Di dewama axaftina xwe de Salih destnîşan kir ku hêzên Ewlekariya Giştî berpirsê dewriyeyê yê ku serdegirtin kiriye girt, niha ew li gel aliyên eleqedar li parêzgeha Helebê girtî ye.

Salih da zanîn ku hin aliyan hewl da vê bûyerê ji bo derxistina fitneyan û gurkirina rageşiyê di navbear pêkhateyên Kurd û Ereb de bi kar bînin, da ku şerekî navxweyî pêk bê.

Salih anî ziman ku di heman rojê de ji aliyên nenas ve 3 caran êrişî benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li gundê Cib El Ferec ê gundewarê rojavayê Kobanê hat kirin, lê tu kes birîndar nebû.

Di dawiyê de Salih got: "Ev tevger di çarçoveya hewldanên têkbirina rêveçûna rêkeftinan û xebatên entegrasyonê yên navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî de tên. Xebata entegrasyonê berdewam e. Heta niha nêzî ji sedî 70 sicilên erebe û çekan radestî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên parêzgeha Helebê hatine kirin. Niha jî xebat li ser dosyaya edaletê tê kirin."

(fr)

ANHA