Rêveberiya Xweseriya Demokratîk agirê Newrozê pêxist

Pêkhateyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê agirê Newroza 2024ˊan pêxist û diyar kir ku Rêveberiya Xweser bi pêkanîna nirx û wateyên rasteîn ên Newrozê bi rêya pêkanîna naveroka Hevpeymana Civakî û rizgarkirina xaka Sûriyeyê ya dagirkirî ve girêdayî ye.

17 adar, 2024   16:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya hatina Newrozê daxuyaniyek da. Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd û Hisên Osman daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de şehîdên di oxira her tim agirê Newrozê pêxistî be de canê xwe daye û gel bi azadî û rûmet bijîn bi bîr anîn.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de Newroz li tevahî gelê Herêmê, di serî li malbatên şehîdan, şervanên QSDˊê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn de pîroz kir û hat diyarkirin ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi gelê xwe re ye ku nirx û wateyên Newroza rasteqîn bi rêya pêkanîna Hevpeymana Civakî û rizgarkirina xaka Sûriyeyê pêk bîne.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin îro agirê Newrozê tê pêxistin û destpêkirina pîrozbahiyên Newroza 2024ˊan li bajar, bajarok û navçeyên kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê radigihînin û her wiha bang li gel dikin beşdarî Newrozê bin.

(fr)

ANHA