Navên 2 welatiyên ku bûne hedefa êrîşan diyar bûn

Navê welatiyê ku di êrîşa dewleta Tirk a li ser gundê Bêloniyê yê girêdayî Efrînê de jiyana xwe ji desat da  û welatiyê di heman êrîşê de birîndar bû, diyar bûn.

Navên 2 welatiyên ku bûne hedefa êrîşan diyar bûn
17 adar, 2024   16:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro saet 10:30’an de balafirên bêmirov ên artêşa Tirk a dagirker li ser rêya gundê Bêloniyê du welatiyên sivîl hedef girtin û di encamê de welatiyê bi navê Elî Ebdulrehman Mihemed jiyana xwe ji dest da û  welatiyê bi navê Mihemed Sebrî Xalid jî birîndar bû.

Îro danê nîvro jî dewleta Tirk a dagirker 3 caran gundên Kalûtiya, Xirbet Şemsa û Gundê  Mezin ên Şehbayê bombebaran kirin.

ANHA