Rêveberiya Kantona Firatê: Dagirkerî têkbirina projeya demokratîk armanc dike

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide ku projeya neteweya demokratîk têk bibe û qada dagirkirina xwe li Rojhilata Navîn firehtir bike.

Rêveberiya Kantona Firatê: Dagirkerî têkbirina projeya demokratîk armanc dike
25 kanûn, 2023   17:04
KOBANÊ

Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û destnîşan kir ku li hember êrişan, wê berxwedanê mezin bike. 

Rêveberiyê diyar kir ku dewelta Tirk a dagirker bi armanca firehkirina qada dagirkirina xwe, têkbirina projeya neteweya demokratîk û ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrişên xwe li dijî herêmê zêde kirin.

Rêveberiyê aşkera kir ku piştî dewelta Tirk nekarî piştgiriyeke siyasî bi dest bixe ji bo ku êriş herêmê bike, serî li hedefgirtina jêderên qûta xelkê herêmê da ji bo ku wan neçarî koçberiyê bike, saziyên Rêveberiya Xweser a ku kar û barên 5 milyon kesî bi rêve dibe, zaîf bike.

Rêveberiyê li hember êrişan, soza mezinkirina têkoşîn û berxwedanê da.

(şx)