Di êrîşên li ser Qamişlo de welatiyek din şehîd bû

Di êrişa dewleta Tirk a dagirker de jina ciwan a bi nave Aya El Sebawî şehîd bû û keçapa wê Sureya El Sebawî birîndar bû. Bi vê daneyê, heta niha di topbarana dewleta Tirk de, 7 welatî şehîd bûne û 10 birîndar bûne.

Di êrîşên li ser Qamişlo de welatiyek din şehîd bû
25 kanûn, 2023   17:28
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker aşxaneya gundê Um El Fursan ê rojhilatê Qamişloyê topbaran kir. Di encamê de jina ciwan bi navê Aya El Sebawî şehîd bû û keçapa wê Sureya El Sebawî birîndar bû. 

Her wiha werşeyeke dirûtinê li taxa Meyselûn  a Qamişloyê bû armanca topbaranê.

Bi vê daneyê re heta niha li kantona Cizîrê 7 welatî şehîd bûn û 10 welatî birîndar bûn. Her wiha li Kobanê jî 2 welatî birîndar bûn.

(şx)

ANHA