Li Idlibê li dijî erebeyekê êrişa hewayî

Balafireke bêmirov di navbera bajarên Herbenos û Meret Misrîn ên bakurê Idlibê de erebeyek bombebaran kir.

Li Idlibê li dijî erebeyekê êrişa hewayî
23 sibat, 2025   16:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku balafireke bêmirov a nenas di navbera bajarên Herbenos û Meret Misrîn ên bakurê Idlibê de erebeyek bombebaran kir.

SOHR’ê anî ziman ku dibe ku ew balafir a Koalîsyona Navneteweyî be, lê tu agahiyên li ser ziraran parve nekirin.

(fr)