Rêveberiya Xweser rewşenbîr û wêjevanên Minbicê xelat kirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê kedên rewşenbîr û wêjevanên kantona Minbicê dane de xelat kirin.

18 sibat, 2024   16:55
MINBIC

Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê ji bo xelatkirina wêjevan û rewşenbîrên Minbicê şahiyek li dar xist.

Şahî li navenda Çand û Hunerê ya Minbicê hat lidarxistin. Di şahiyê de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Osman, nûnerên Desteya Çand û Hunerê, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Kantona Minbicê û gelek kesayetên civakî û rewşenbîrên kantonê beşdar bûn.

Di şahiyê de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hisên Osman diyar kir ku bi Minbic bi bajarê helbestvan û rewşenbîran tê nasîn.

Osman anî ziman ku pêkhate û helbestvanên herêmê bi yekitiya xwe li hember her kesên hewl didin projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan têk bibin, mertal in.

Her wiha hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Murhef Fehed axivî û wiha got: "Wêjevan û helbestvanên bajêr parastina çanda vê herêmê kir. Ew cihê rêzgirtinê ne."

Hevseroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Kantona Minbicê Îbtîsam Ebdulqadir serbilindiya xwe bi rewşenbîr û wêjevanên kantonê anî ziman.

Di şahiya xelatkirinê de hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê Ehmed El Yûsif axivî û wiha got: "Em bi vê şahiyê ku ji bo hevalên me hatiye lidarxistin û ji bo kedên wan kêfxweş in. Ev cihê rêzgirtin û serbilindiyê ne."

Di dawiyê de nivîskar Zehîde Îshaq, nivîskar Reşîd Ebas, lêkolerê şûnwaran Ebdulwehad Şêxo bi mertalên nîşaneya Rêveberiya Xweser û navên wan li ser in hatin xelatkirin.

(fr)

ANHA