Rêveberiya Xweser pêşwaziya koçberên Efrîn û Şehbayê kir

Koçberên Efrîn, Şehba, Nubil û Zehrayê yên ku gihîştine kantona Tebqayê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve li wargehên demkî hatin bicihkirin û alîkariyên pêşîn ji bo wan hatin pêşkêşkirin.

Rêveberiya Xweser pêşwaziya koçberên Efrîn û Şehbayê kir
Rêveberiya Xweser pêşwaziya koçberên Efrîn û Şehbayê kir
Rêveberiya Xweser pêşwaziya koçberên Efrîn û Şehbayê kir
Rêveberiya Xweser pêşwaziya koçberên Efrîn û Şehbayê kir
Rêveberiya Xweser pêşwaziya koçberên Efrîn û Şehbayê kir
Rêveberiya Xweser pêşwaziya koçberên Efrîn û Şehbayê kir
Rêveberiya Xweser pêşwaziya koçberên Efrîn û Şehbayê kir
2 kanûn, 2024   21:01
TEBQA

Koma yekemîn a koçberên herêma Şehbayê ku ew jî koçberên Efrînê, şêniyên Şehbayê û gundên Nubil û Zehrayê ne gihîşt kantona Tebqayê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Ji bo pêşwazîkirina karwanê koçberan, hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Osman û Evîn Siwêd, hevserokên desteyên Rêveberiya Xweser, bijîşk, ambûlans û saziyên xizmetguzarî li deriyê Boasî yê kantona Tebqayê beşdar bûn.

Koçber li wargehên demkî yên ku Rêveberiya Xweser îro amade kiribûn hatin bicihkirin û ji wan re xwarin, vexwarin û derman hatin pêşkêşkirin û hejmar û agahiyên wan hatin tomarkirin.

Di van kêliyan de jî koçber li kampa Bajarê Werzîşê, avahiyên Rêveberiya Xweser û dibistanên li bajêr bi awayekî demkî tên bicihkirin da ku piştre ew ji bo wargeheke guncaw werin birin.

Di dîmenan de rewşa xerab a koçberan xuya dibe nexasim ku ji ber qutkirina rêya wan ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve ew şevekê bi rê de man.

Heta niha jî karwan ji kantona Efrîn û Şehbayê derdikevin. Hejmara wan zêdetirî 200 hezar e, her wiha koçberên gundên Nubil, Zehraa, taxên Helebê û Sifîrê jî hene.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev cara duyemîn e şêniyên Efrînê tên koçberkirin. Di 2018'an de jî ji ber dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve ew koçber bûn.

(mh)

ANHA