‘Ramanên Rêber Abdullah Ocalan bûne bingeha têkoşîna me’

Endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Dêrazorê pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got ramanên Rêber Abdullah Ocalan bûne bingeha têkoşîna wan.

‘Ramanên Rêber Abdullah Ocalan bûne bingeha têkoşîna me’
3 kanûn, 2024   03:10
DÊRAZOR
FATIMA EL EBID

Endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Dêrazorê pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku dê têkoşînê berdewam bikin heya azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bikin.

Hevserokê Nivîsgeha Aborî Ebdurehman El Dixêfîc pêkanînên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got, dewleta Tirk siyaseta qirkirinê li dijî Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne da ku îradeya gelên bi fikir û felsefeya wî bawer in bişkîne.

Ebdurehman El Dixêfîc anî ziman ku pêkanînên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan ne li gorî nirxên mirovî ne û ev li gotinên xwe zêde kir: "Ev pêkanîn li dijî qanûn û pergalên navneteweyî ne. Em bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî dikin ku berpirsyariyên xwe li hemberî Rêbertî bi cih bînin."

Hevserokê Komîteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran Samir El Ehmed da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker hîna siyaseteke despotî dimeşîne û pergala îşkence li dijî Rêber Abdullah Ocalan didomîne da ku projeya neteweya demokratîk têk bibe û îradeya gelên azadxwaz û demokratan bişikîne.

Samir El Ehmed di dewama axaftina xwe de got: "Mafê her kesekî heye nêrîn û tezên xwe bi cîhanê re parve bike. Eger ramanên Rêber Abdullah Ocalan li dijî sîstema despotîzmê ya dewleta Tirk a dagirker be divê dewletên din li hemberî muameleya xirab a ku dewleta Tirk li dijî Rêbertî dimeşîne rabe."

Samir El Ehmed diyar kir ku dê heya bidawîkirina pergala îşkence û qirkirinê û mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin.

Endama Komîteya Jinan a Meclisa Dêrazorê Eyşe Silêman diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi domandina pergala îşkence û qirkirinê li dijî Rêber Abdullah Ocalan dixwaze biryardariya gelên azad ên ku xwedî li ramanên wî derketin têk bibe û got, dewleta Tirk baş dizane ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan bûye esasê têkoşîna gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Eyşe Silêman diyar kir ku jinên li Dêrazorê dê têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bidomînin.

(bb)

ANHA