Rêveberiya Xweser parên ardê firnên Reqayê zêde kirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîqdarên ardê rojane yên firnên Reqa û gundewarên wê zêde kirin, her wiha pîvana tûreke nan kir hezar û 200 gram û kalîteya wê baş kir.

Rêveberiya Xweser parên ardê firnên Reqayê zêde kirin
Rêveberiya Xweser parên ardê firnên Reqayê zêde kirin
Rêveberiya Xweser parên ardê firnên Reqayê zêde kirin
Rêveberiya Xweser parên ardê firnên Reqayê zêde kirin
3 mijdar, 2023   11:28
REQA
MIHEMED XELÎL

Daîreya Firnan a Giştî ya Meclisa Reqayê mîqdara ardê firnên Reqayê zêde kir, her wiha çavdêrî li karê tevahî firnên li bajêr û gundewarên wê kir ku kalîteya nan baş be.

Li Reqa û gundewarên wê 107 firin hene û rojane 207 ton ard xerc dikin, lê ev mîdar hate zêdekirin û bû 230 ton.

Serokê Daîreya Firnan a Giştî ya Reqayê Şehod El Xelef axivî û wiha got: "Em gerînendetiya firnan a giştî hewl didin nan ji tevahî welatiyan re dabîn bikin û em hewl didin kalîteya wê baş be."

Her wiha pîvana tûreke nan ji 900 gram bû hezar û 200 gram.

Koma taybet a gerînendetiya firnan a giştî bi hevkariya gerînendetiya zihmêrê re serjimariya tevahî kampên li derveyî bajêr dike, da ku pêdiviyên wan ên nan bi awayekî rêk û pêk bên dabînkirin.

El Xelef destnîşan kir ku cureya ardê ya ku tê belavkirin a herî baş e û wiha domand: "Di pêşerojê de em hewl didin jinûve firna Tişrîn sererast bikin û alavên herî nûjen bînin."

Li aliyekî din jî welatiya bi navê Xedîce El Sayir jî wiha got: "Li gorî berê kalîteya nan baş bûye. Em bi hêvî ne ev yek wisa dewam bike û parên ferd ji nan werin zêdekirin."

Welatiyê bi navê Hisên El Elî jî got: "Me giliyên xwe pêşkêş kirin û hatin bersivdan. Niha kalîteya nan pir baş bûye û pirsgirêka nan hate çareserkirin."

(fr)

ANHA