Rêveberiya Xweser: Parastina sivîlên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê armanca me ya pêşîn e

Rêveberiya Xweser diyar kir ku parastina sivîlên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê armanca wan a sereke  ye û pêşniyara hêzên navneteweyî yên navbeynekar pêşwazî kir.

Rêveberiya Xweser: Parastina sivîlên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê armanca me ya pêşîn e
10 ÇILE, 2026   09:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên çeteyên hikumeta demkî yên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd ên Helebê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin "Em diyar dikin ku parastina sivîlên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê armanca me ya pêşîn e. Ji ser vê yekê em pêşniyara hêzên navneteweyî yên navbeynkar a bicihkirina hêzên li Şêxmeqsûdê li rojhilatê Firatê bi awayekî ewle pêşwazî dikin, lê bi şertê ku parastina hebûna Kurdan û meclisa xwecih a niştecihên herdu taxan li gorî peyaman 1’ê Nîsanê werin mîsogerkirin."

(b)