Li gundewarên Quneytîrayê tevgera Îsraîlê û dewriyeyên UNDOF’ê

Dewriyeyeke artêşa Îsraîlê ket bajarokê Cebata El Xeşeb ê Quneytîrayê. Di heman demê de Hêzên Çavdêriya Şersekinandinê yên Neteweyên Yekbûyî (UNDOF) ya ji bo Sûriye û Îsraîlê ragihand ku dê dewriyeyan li ser sînor bigerînin û bendan deynin.

Li gundewarên Quneytîrayê tevgera Îsraîlê û dewriyeyên UNDOF’ê
10 ÇILE, 2026   09:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Liv û tevgerên Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê dewam dikin.

Hate ragihandin ku dewriyeyeke hêzên Îsraîlê berbanga îro ket bajarokê Cebata El Xeşeb.

Dewriyeya ket gund li xaçerêya Kesaratê bendeke kontrolê ya demkî danî û şênî kontrol kirin. Piştre ber bi baregeha xwe ya di navbera gundên Huriye û Himêdiyê de vekişiya.

Di heman demê de Hêzên Çavdêriya Şersekinandinê yên Neteweyên Yekbûyî (UNDOF) ya ji bo Sûriye û Îsraîlê ragihand ku di çarçoveya xebata xwe de dê li bajarok û gundên bakurê Quneytîrayê dewriyeyan bigerîne û bendên kontrolê yên demkî deyne.

(b)