Rêveberiya Xweser kirîna tonê pembo bi 600 dolarî diyar kir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirîna tonê pembo bi 600 dolarî diyar kir.

Rêveberiya Xweser kirîna tonê pembo bi 600 dolarî diyar kir
24 îlon, 2025   16:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ew ê tonê pembo ji cotkaran bi 600 dolarî bikire. 

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pembo mewsima havînê ya herî girîng e. Îsal li 250 hezar donim hate çandin, çave rê ye ku hilberîn bigihêje 75 hezar ton.

Aliyên çandiniyê ji bo piştgiriya cotkaran û xurtkirina hilberîna pembo li herêmê, ji cotkaran re sotemenî û semad dabîn kirin, rêbazên avdanê nûjen kirin, wergirtina hilberînê bi rêya navendên taybet bi rêxistin kirin, nirxên kirîna hilberînê yên adil diyar kirin.

(şx)