Li gundewarê Hemayê tevliheviya ewlehiyê

Li rojavayê Hemayê tevliheviya ewlehiyê berdewam e. hemwextî bicihbûna hêzên ewlehiyê yên Hikumeta Veguhêz, li gelek deveran gule bê ser û ber hatin avêtin, mal hatin şewitandin û dizîn.

Li gundewarê Hemayê tevliheviya ewlehiyê
24 îlon, 2025   17:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gund û bajarokên rojavayê Hemayê (Horat Emorîn, Nehir El Bard, Eyn El Werd, El Rimîle, Eyn El Kirûm, Saqiyet Necim û Eyn Riweyda) di çend saetên dawîn de tevgerên leşkerî yên hêzên Hikumeta Veguhêz zêde bûne û bendên kontrolê b icih dikin. Her wiha lêgerînê dikin û sivîlan jî digirin. 

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên xwecih, ragihand ku karwanekî leşkerî yê Wezareta Parastinê ya Hikumeta Veguhêz ku ji 100 erebeyan pêk tê, ketiye gundên Eyn El Werd û El Rimîle.

SOHR`ê da zanîn ku endamên karwanê, gule bê ser û ber reşandine, heqaret li şêniyan kirine, li wan xistine û gelek ji wan girtine.

Hemwextî wê, li gundê Horat Emorîn, gelek dikan ji aliyê çekdanên ku ji gundên derdorê hatine ve, gelek dikan hatin dizîn û şewitandin. Agahî hene ku birîndar û kuştî jî hene.

(şx)