Rêveberiya Xweser ji bo meha Remezanê saetên kar diyar kirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi boneya meha Remezanê ji bo karmendan saetên kar diyar kirin.

Rêveberiya Xweser ji bo meha Remezanê saetên kar diyar kirin
1 adar, 2025   14:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya meha Remezanê biryarnameyek derxist. Li gorî biryarnameyê, ji bo karmendên saziyên Rêveberiya Xweser saetên kar hatine diyarkirn.

Li gorî biryarnameyê xebat (dewam) saet di 08.00’an dest pê dike û saet 14.00’an bi dawî dibe.

Biryarnema ji bo xebatkarên Desteya Perwerde û Fêkirinê ne derbasdar e. Lê saetên dewamê li gorî proseya perwerdeyê tên diyarkirin.

Saziyên ku pêdiviya wan bi karê berdewam heye jî di biryarnameyê de cih nagirin.

(bb)