Di Sibatê de ji ber bermahiyên şer 92 kes hatin kuştin

SOHR’ê diyar kir ku li Sûriyeyê di meha Sibatê de ji ber teqîna mayinên bermehiyên şer, bi kêmanî 92 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Di Sibatê de ji ber bermahiyên şer 92 kes hatin kuştin
1 adar, 2025   14:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di Sibatê de li Sûriyeyê jin û zarok jî di nav de, 92 kesan ji ber teqîna mayinên bermahiyên şer hatine kuştin.

SOHR’ê der barê mijarê de ev agahî parve kirin: li herêmên desthilata Şamê 76 kes (jê 3 jin û 17 zarok) hatine kuştin, her wiha 68 kes birîndar bûne.

Li herêmên Rêveberiya Xweser, 2 jê zarok, 5 kes hatin kuştin û 5 zarok 6 kesên din birîndar bûne.

Li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, 2 jê zarok, 11 kes hatin kuştin û 18 kes jî birîndar bûne.

(bb)