Rêveberiya Xweser ji bo koçberan banga li NYˈyê kir

Hevserokê Nivîsgeha Kamp û Koçberan a Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran diyar kir ku Rêveberiya Xweser piştgirîkirina bi koçberan re didomîne û bang li rêxistinên navneteweyî kir ku alîkariyan pêşkêşî koçberan bikin.

Rêveberiya Xweser ji bo koçberan banga li NYˈyê kir
4 kanûn, 2024   07:10
REQA
MIHEMED XELÎL

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ên çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê êrişî taxên bajarê Helebê kirin û gelek tax kontrol kirin, êrişên xwe li ser gundewarên kantona Efrîn û Şehbayê zêdetir kirin. Ji ber vê yekê bi hezaran koçberên li Şehba û Efrînê berî xwe dan herêmên Rêveberiya xweser bi taybetî Reqa û Tebqayê.

Der barê rewşa koçberan de Hevserokê Nivîsgeha Kamp û Koçberan a Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêxmûs Ehmed diyar kir ku hejmara koçberên ku hatine herêmê û peydakirina pêwîstiyên wan hêza Rêveberiya Xweser derbas dike.

Şêxmûs Ehmed bal kişand ser alîkariyên ku Rêveberiya Xweser pêşkêşî koçberan dike û got: ew koçberan li navnedên bicihkirinê yên ku bi awayekî demkî amade kirine, bi cih dikin û pêwîstiyên wan ên bingehîn bi cih tîne.

Şêxmûs Ehmed anî ziman ku ji tevahiya deriyên sînor bi hezaran koçber hatine herêmê û koçberiya ji herêmên şer a ber bi Herêma Rêveberiya Xweser ve dewam dike.

Şêxmûs Ehmed diyar kir ku şêniyên herêmî, hin komele û rêxistinên xêrxwaziyê li kêleka Rêveberiya Xweser seferber bûne û hewl li gorî îmkanan pêwîstiyên koçberan bi cih tînin.

Şêxmûs Ehmed spasiya hemû kesên ku destek û alîkariyê didin koçberan kir û got: "Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi koordîneya tevahî desteyên kantonên din ji bo dabînkirina pêwîstiyên koçberan seferber bûne. Lê hejmar gelekî mezin e ji hêza Rêveberiyê derbas dike. Pêwîstî bi desteka rêxistinên navneteweyî heye."

Hevserokê Nivîsgeha Kamp û Koçberan Şêxmûs Ehmed di serî de Neteweyên Yekbûyî bang li tevahî hêz û rêxistinên navneteweyî kir ku deriyê sînor ê Til Koçerê yê di navbera Sûriye û Iraqê de vekin da ku alîkariyên mirovî tê re derbas bibin û mîsyona Rêveberiya Xweser a dabînkirina pêwîstiyên kesên ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê koçber bûne, hêsan bibe.

(bb)

ANHA