QSD’ê nasnameyên 6 şehîdan aşkera kirin

QSD’ê nasnameyên 6 şervanên li Minbic, Bendava Tişrînê û Dêrazorê şehîd bûne, aşkera kirin.

QSD’ê nasnameyên 6 şehîdan aşkera kirin
27 sibat, 2025   09:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 6 şervanên xwe yên şehîd bûne.

Di daxuyaniyê de hate gotin "Tevî ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ketiye meha xwe ya sêyem de lê nikarin berxwedana şervanên me yên leheng bişînin. Şervanên me derbên giran li wan didin, hiştin ku çete û dagirker li hesabên xwe vegerin. "

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şervanên QSD’ê bi îradeya xwe ya xurt û berxwedana xwe ya ku ji piştevaniya tevahî pêkhateyên herêmê digrin cîhan matmayî kiriye.

QSD’ê ragihand ku di berxwedana li hemberî dagirker û çeteyan de 6 şervan şehîd bûne û wiha hat domandin "Di berxwedana lehengane de şervanên me Delîl Rimêlan (Casim Mihemed Remedan), Şahîn Çilaxa (Udey Mihemed El Xerawî), Sîpan Tebqa (Macid Hewas Ehmed), Rodî Xiwêtla (Muzahim Ebid El Mitêr), Şervan Koçer (Mîzer Elî Qasim) û Luqman (Hanî Raid El Letîf) sing bi sing li hembeî êrişên dagirker û çeteyan li ber xwe dan heya gihiştin asta şehadetê."

Di daxuyaniyê de sersaxî ji tevahiya malbatên şehîdan re hat xwestin û heya mîsogerkirina serkeftinê û pêkanîna xeyalên şehîdan soza domandina têkoşînê hate dayîn.

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Delîl Rimêlan

Nav û paşnav: Casim Remedan

Navê dayikê: Wedha

Navê bav: Mihemed

Cihê jidayikbûnê: Rimêlan Paşa

Cih û dîroka şehadetê: Bendava Tişrîn-7 Çile 2025

Nasnav: Şahîn Çilaxa

Nav û paşnav: Udey El Xerawî

Navê dayikê: Foza

Navê bav: Mihemed

Cihê jidayikbûnê: Qasimiyê

Cih û dîroka şehadetê: Bendava Tişrîn-14 Çile 2025

Nasnav: Sîpan Teba

Nav û paşnav: Macid Ehmed

Navê dayikê: Fatim

Navê bav: Hewas

Cihê jidayikbûnê: Reqa

Cih û dîroka şehadetê: Minbic-Ewn Dadat-8 Kanûn 2024

Nasnav: Rodî Xiwêtla

Nav û paşnav: Muzahim El Mitêr

Navê dayikê: Fatima

Navê bav: Ebid

Cihê jidayikbûnê: Xiwêtla

Cih û dîroka şehadetê: Bendava Tişrîn-14 Çile 2025

Nasnav: Şervan Koçer

Nav û paşnav: Mîzer Qasim

Navê dayikê: Hediye

Navê bav: Elî

Cihê jidayikbûnê: Xana Serî

Cih û dîroka şehadetê: Bendav Tişrîn-7 Çile 2025

Nasnav: Luqman

Nav û paşnav: Hanî El Letîf

Navê dayikê: Yesar

Navê bav: Raid

Cihê jidayikbûnê: Dêrazor

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-24 Sibat 2025

(bb)

ANHA