Rêveberiya Xweser: Em ê hewl bidin encamnameyên civîna Yekitiya Nîştimanî bînin cih

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk diyar kir ku dê ji bo pêkanîna biryarên di civîna duyemîn a Yekitiya Nîştimanî ya Eşîr û Pêkhateyên Sûriyeyê de hatin dayîn bixebite.

Rêveberiya Xweser: Em ê hewl bidin encamnameyên civîna Yekitiya Nîştimanî bînin cih
Rêveberiya Xweser: Em ê hewl bidin encamnameyên civîna Yekitiya Nîştimanî bînin cih
Rêveberiya Xweser: Em ê hewl bidin encamnameyên civîna Yekitiya Nîştimanî bînin cih
26 gulan, 2024   14:24
HESEKÊ
EHMED SEMÎR

Duh (25’ê Gulan) bi dirûşma "Ji bo Sûriyeke yekgirtî û nenavnedî, diyalog, ewlehî û avakirin" civîna duyemîn a Yekitiya Nîştimanî ya Eşîr û Pêkhateyên Sûriyeyê li bajarê Hesekê pêk hat.

Hevserokê Meclisa Gelan a Kantona Cizîrê û endamê komîteya amadekar a civînê Hikmet Hebîb helwestên beşdarên civînê û daxwazên wan nirxandin.

Hikmet Hebîb diyar kir ku şêx û rûspiyên herêmê teqezî bi yekitiya axa Sûriyeyê, avakirina Sûriyaya Demokratîk û nenavendî kirin ji bo ku ewlehiyê û aştiya navxweyî were parastin.

Hebîb balkişand ser peyamên kesên beşdarî civînê bûne û got: "Bangewazî hebûn ku hikumeta Şamê beyannameya Rêveberiya Xweser bibersivîne, dest bi diyalogê bike û hewl bide aloziya li welêt dûrî destwerdanên derve çareser bike."

Her wiha Hebîb diyar kir ku beşdaran êrişên dewleta Tirk û siyasetên wê yên dagirkirinê û guheritna demografiyê red kirin û şermezar kirin.

Hebîb bî bîr xistin ku beşdaran piştgiriya xwe bi Rêveberiya Xweser û QSD`ê re nîşan dan û wiha domand "QSD hêzeke nîştimanî ye û ji bo rizgarkirina gelên Sûriyeyê û parastina wê ji DAIŞ`ê û tunekirina terorê, tê dikoşe. Ev hêz, ji ciwanên herêmê û êlan pêk tê."

Girêdayî daxwazên êl û pêkhateyan Hebîb got: "Rûspî û pêkhateyan, bang kir ku xebatên rêveberî û xizmetguzarî werin pêşxistin. Bi taybet qada çandiniyê, têkoşîna li dijî terorê û narkotîkê, rewşa koçberên sûriyeyî yên di kampan de di ber çavan re were derbaskirin, ji bo ku ew tev li civakê bên kirin, her wiha ji bo kesên destê wan di qetilkirina sûriyeyiyan de tune ye, efûyek bê derxistin."

Hikmet Hebîb di dawiyê de got: "Em ê hewl bidin van daxwazan bînin cih. Pêwîstiya me ji her demê bêtir bi yekitiya nîştimanî heye ji bo ku welatekî demokratîk û nenavendî ava bikin."

(şx)

ANHA