Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan serdana partiyên siyasî bi dawî kir

Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê, piştî ku serdana 33’ partiyên siyasî yên Kurd, Ereb, Suryan û Aşûrî kir, bi serdana her du partiyên Demokratîk Pêşverû a Kurdên li Suryeyê, gera xwe bi dawî kir.

26 gulan, 2024   14:07
QAMIŞLO

Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan di çarçoveya pêngava navneteweyî ya ku 10`ê Cotmeha 2023`an bi dirûşma, “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî” hatibû destpêkirin de, di 14’ê Gulana 2024’an de, dest bi serdana partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. 

Berdevkê Înîsiyatîfê Ferzende Munzur, endamên înîsiyatîfê Nûha Omer û Ebdulîlah Erebo bi serdana her du partiyên Demokratîk aPêşverû a Kurdên li Suryeyê, li bajarê Qamişlo, gera 33’partiyên Kurd, Ereb, Suryan û Aşûrî bi dawî kir.

Di serdanê de Berdevkê Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ferzende Munzur bal kişand ser pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” û diyar kir ku têkoşîneke xurt tê meşandin. Ferzende Munzur di axaftina xwe de da zanîn ku pêngavê dewleta Tirk tengav kiriye û got lazim e bi piştgiriya partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Suryeyê hîn bêhtir bê xurtkirin.

Endamên Mekteba Siyasî ya Partiya Demokratîk  a pêşverû a Kurdên li Sûriyeyê Geylan Ozkan û Medya Heko şandeya însîyatîfê pêşwazî kirin. Geylan Ozkan diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo wan weke sembola azadiyê ye.

 Ozkan di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku mijara esareta Rêber Abdullah Ocalan, êdî mijareke ku dewleta Tirk derbas dike ye û di mijara esareta Rêber Abdullah Ocalan de bal kişand ser rola hêzên navnetewî û wiha pê de çû “Dewleta Tirk û hevalbendên wê naxwazin azadiya Rêber Apo û pirsgirêka Kurd çareser bibe. Em dizanin ku heya Bakurê Kurdistanê rizgar nebe wê ti parçeyên din yên Kurdistanê jî rizgar nebin. Lewma azadiya Rêber Apo ne tenê ji bo Partiya Karkerên Kurdistanê ye, berjewendiyê hemû Kurda tê de heye. Bi pêşengiya Rêber Apo û tevgera azadiya Kurdistanê, em bi hêvî ne ku wê azadiya Kurdistanê pêk were û Tirkî jî wê demokratîk bibe. Wek Partiya Demokratîk a Pêşverû a Kurdên li Suryeyê, ji bo pêngavê çi ji destê me bê em ê bikin.”

Endama Mekteba Siyasî ya Partiya Demokratîk a Pêşverû a Kurdên li Sûryeyê Medya Heko jî diyar kir ku di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de daxwaziya hemû girtiyên siyasî dikin û ji bo rizgariya wan piştgirî didin hemû xebatan.

Şandeya Înîsîyatîfê serdana xwe bi Partiya din a Partiya Demokratîk Pêşverû a Kurdên li Suryeyê dom kir û ji aliyê Sekreterê Partiya Demokratîk Pêşverû a Kurdên li Suryeyê Dr. Ehmed Berekat û Endamên Mekteba Siyasî ya Partiya Demokratîk Pêşverû a Kurdên li Suryeyê Faris Osman û Omer Cafer ve hat pêşwazîkirin.

Sekreterê Partiya Demokratîk a Pêşverû a Kurdên li Suryeyê Dr. Ehmed Berekat diyar kir ku helwesta wan ji bo doza Kurd zelale û da zanîn ku dewlata Tirk ji raya giştî re ewqas qala demokrasiyê dike lê di mijara doza Kurd de ti demokrasiyê nas neke. Berekat di axaftina xwe de doza Kobanê bi bîr xist û gotinên xwe wiha domand “ dewleta Tirk di doza Kobanê de careke din rûyê xwe eşkere kir.”

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokratîk Pêşverû a Kurdên li Suryeyê Faris Osman jî bal kişand ser têkoşîna 50’salî ya Rêber Abdullah Ocalan û diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ne ji bo şexsê xwe, ji bo doza azadiya civakan 25’ sal e hatiye girtin. Faris Osman di berdewamiya axaftina xwe de wiha got “ Dewleta Tirk herî dawî di doza Kobanê de careke din xwe li beramberî cîhanê, di warê demokrasiyê de xwe xiste rewşeke xirab. Em weke partiyeke Kurd, ji bo bi serxistina pêngavê çi ji me bê xwestin, em ê bikin.”

Şandeya înîsîyatîfê desteyeke ku ji 9 pirtûk û parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan pêk dihatin diyarî her du partiyan kir.

Şandeyê Înîsîyetîfê diyar kir ku di rojên pêş de, di çarçoveya planlameya ku diyar kirine de wê serdana serokên Eşîrên Ereb, Aşûrî, Suryanî û Ermeniyan bikin.

(bm)

ANHA