Endama Platforma Jinê ya Navneteweyî ya Îranê: Êdî jinan kefenê tirsê çirandin

Aktîvîsta mafê jinan û endama Platforma Jinê ya Navnetewî ya Îranê Besê Şemerî got: “Jinan bi serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ biryarên rejîma Îslamî û tirsa li hemberî pergalê şikandin û kefenê tirsê çirandin."

Endama Platforma Jinê ya Navneteweyî ya Îranê: Êdî jinan kefenê tirsê çirandin
15 îlon, 2025   03:45
NAVENDA NÛÇEYAN
BERÎTAN ÎRLAN

Jina Kurd a bi navê Jîna Emînî (22), di 13’ê Îlona 2022’an de ji aliyê “Polîsên Exlaqî” ve hat êşkencekirin û di 16’ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da. Bi hezaran gelê bajarê Seqizê Jîna spartin axê. Li wir bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” çirûska serhildanan pê ket. Ev serhildan û diruşma li cîhanê deng veda û bû sembola berxwedana jinan. Jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, di girîgehan de, kolanan, derveyî welat û her çar aliyên cîhanê vê berxwedanê didomînin. 

Der barê sedem û bandorên serhildanên “Jin, Jiyan, Azadî” de, me hevpeyvînek bi aktîvîsta mafê jin û endama Platforma Jinê ya Navnetewî ya Îranê Besê Şemerî re çêkir.

Besê Şemerî diyar kir ku serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” li hemberî bêedaletî û newekheviya pergala hişmendiya baviksalarî, serhildaneke tekane ya ku bandora xwe li tevayî cîhanê kir û wiha got: “Ev serhildan ne nû ye, ev sed sal e jin li Îranê pêşengên serhildanan in. Temenê wê ji yê şoreşa Îslamî dirêjtir e.”

ˋÇIRÛSKA SERHILDANA ŞILÊR, LI SER GORA JÎNA EMÎNÎ TEQIYAˊ

Besê Şemerî qetilkirina Şilêr Resûlî a di 8’ê Îlona 2022’an de bi bîr anî, bûyer weke çirûska destpêkê ya serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” pênase kir û wiha domand: “Şilêr û kesên weke Şilêr qurbanên bêedaletiya di nava pergal û civakê de ne. Li Merîwanê li ser gora Şilêr dirûşmeya “Jin, li malê û li kolanê ne di ewlehiyê de ye”. Niheqiya li ser jinê hişt ku, di qetilkirina Jîna Emînê de teqînek çêbibe. Çirûska serhildana Şilêr Resûlî li ser gora Jîna Emînî pê ket. Qêrîn û hewara di serhildanan de ne tenê ji bo Şilêr û Jîna, ji bo tevayî qurbaniyên Rejîmê bû.”

ˋRUHÊ ŞOREŞGERÎ YÊ WINDA DERXISTE HOLÊˊ

Besê Şemerî sedemên serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” wiha vegot: “Divê em hinek qala civaka Îranê, desthilatdariyê û têkiliyên di navbera dewlet û netewdewletê de, aborî û çanda gelên li Îranê bikin. Yek ji sedeman piştî damezrandina desthilata Îslamî, rejîm bi kuştin, qirkirin, darvekirin û her cûrên tundiyê bi ser gel de hat. Vê jî wisa kir ku ji sedî 75’ê civakê bêhêvî û bê çare be. Sedema duyemîn jî kiryarên piştî salên 80’an bûn. Di aliyê siyasî de qirkirinek pêk anî. Yek ji wan şoreşa islamî pêk hat. Piştî vê darvekirin, qirkirin, girtin û hemû cûrên tundiyê yên li ser gel de hat ev bû. Piştî ku ev şoreş pêk hat ev bû encam. Ev kiryar kirin. Ev kiryar bûn sedem ku civak sedî 75’ê civakê ber bi bêhêvîtî û bêçaretiyê ve çû. Serhildanên beriya serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” pêk hatin jî, dewletê bersivek neda gel. Bi qirkirin û tundiyê bersiva gel da. Hinek tişt carinan dibin sedema teqînê, kuştina Jîna Emînî jî bû sedema teqîna kîna gelan, jinan û nîfşê nû. Vê serhildanê ruhê şoreşgerî yê winda, di bin diruşmeyek pir bi nirx û wate de, bi pêşengiya jinan derxiste holê. Bala tevahiya cîhanê kişand. Lê dîsa weke herdemê dewletê guh neda daxwazên jinan, ciwanan û gelan.”

ˋSERHILDANÊ KEFENÊ TIRSÊ QETANDˊ

Besê Şemerî qala bandora serhildanê kir û wiha axivî: “Li gorî min di dîroka nêz de şoreşek weke ya “Jin, Jiyan, Azadî” di cîhanê de çênebûye ku di asta cîhanî de bandorek evqas mezin kiriye. Bandora xwe li hemû ferd û civakan kir. Şoreşa ku bi pêşengiya jinên Rojhilatê Kurdistanê pêk hat, ji berxwedana li dijî zilmê re bû sembol. Ev bi pêşengiya jinên Kurd hat kirin. Jinan li hemberî zilm, zordarî û helandina pergala sermayedar a cîhanî serî hilda.”

Besê Şemerî diyar kir ku ew jinên hîcab (laçik) ji serê xwe avêtin, kefenê tirsê qetandin û wiha domand: “30 sal zêdetir e biryarên hîcabê li jinan hatiye ferzkirin, ew hîcab ji jinan re bûbû kefen. Jinan bi vê serhildanê biryarên rejîma Îslamî û tirsa li hemberî pergalê şikandin. Jin cara yekem bê hîcab derketin kolanan.”

Besê Şemerî girîngî û kûrbûna dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” wiha vegot: “Ne tenê dirûşmeyek e, ew felsefeyek a jiyan û asoyeke çandî ye. Êdî jin tu biryarên li ser xwe napejirînin, nifşê nû weke yê berê her tiştî napejirîne. Civak êdî fêr bûye ku azadî ji hebûn û beden dest pê dike, azadî ji jinê dest pê dike. Eger em bêjin di aliyê siyasî de pergala desthilatê hilweşiya, na. Lê eger em kûr bifikirin, li rewşa niha ya rejîmê û civakê binêrin, em ê bibînin ku serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ser ketiye. Êdî civak fêr bûye ku bêdengî cûreke tundiyê ye, jin ne zayenda duyemîn e, ji tevahiya civakê ye”.

ˋÎRO RÛBARÊ AZADIYÊ LI ROJAVA DIHERIKEˊ

Besê Şemerî diyar kir ku Jîna, Şilêr û bi hezaran jin ji azadiyê re bûne bingehek, îro li Rojavayê Kurdistanê jî ev rûbarê azadiyê diherike, ev jî hêviyê dide wan, ew hêvîdar in dê li tevahî cîhanê belav bibe.

Besê xwest her kes keda dayîkên windayan a di serhildanan de jî bîr neke û gotina xwe wiha bi dawî kir: “Wan dayîkan êşa xwe di mal de û bi rondikan nejiya. Kîna wan ew derxistin kolanan û pêşengiya serhildanê kirin”.

Şilêr Resûlî

Di 3’ê Îlona 2022’an de jina bi navê Şilêr Resûlî ku li bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê dijiya, ji aliyê kesê bi navê G. Q ê endamê istixbarata rejîma Îranê ve ye rastî destdirêjiyê hat. Şilêr ji bo xwe ji tecawizkar xilas bike, xwe di şibaka malê de avêt. Şilêr giran birîndar bûbû û di 8’ê Îlona 2022’an de jiyana xwe ji dest da. Qetilkirina Şilêr di nava jinan û gelên Rojhilatê Kurdistanê de bû sedema bertekek mezin.

Besê Şemerî ki ye?

Besê Şemerî lêkolînera karûbarên Rojhilata Navîn, civakî û siyasî, parêzvana mafê girtiyan û komkujiya lêkolînerê karûbarên Rojhilata Navîn û vekolerê pirsên civakî/siyasî û parêzvana mafên girtiyan û komkujiya salên 1360’an e. Li bajarê Senendec ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Ji destpêka desthilata Meleyan a li Îranê (1979), dest bi xebatên siyasî kiriye. Di destpêka sala 1990’î de neçar ma koçî Siwêdê bibe. Bê ku wext winda bike derbasî xebatên parastina mafê zarok û jinên koçber bû. Ji sala 2020’an ve berpirsa cîbicîhar a Dadgeha Gel a Îranê ye. Di navbera salên 2017-2021’an de, hevkariyê bi Platforma Demokratîk a Îranê re dike. Yek ji avakarên Platforma Demokratîk a Jinan a Navnetewî ye.

(fr) 

ANHA