Rêveberiya Xweser dê belgeyên têkildarî komkujiya Kobanê radestî NY’yê bike

Hemdan El Ebid destnîşan kir ku komîteya ji aliyê Meclisa Rêveber ve hatiye avakirin, lêkolînên xwe yên der barê komkujiya Kobanê de didomîne. Hemdan El Ebid aşkera kir ku hemû delîl û belgeyên li ser komkujiyê dê ji NY’yê û komîteyên mafên mirovan re bêne şandin.

Rêveberiya Xweser dê belgeyên têkildarî komkujiya Kobanê radestî NY’yê bike
26 adar, 2025   05:06
REQA
ENES MIHEMED

Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker 17’ê Adarê saet di 00.40’an de li gundê Berxbotan ê Kobanê malbatek bombebaran kir û komkujiyek kir. Di encamê de ji heman malbatê piraniya wan zarok 10 kes hatin qetilkirin.

Rêveberiya Xweser der barê komkujiyê de daxuyaniyek dabû û diyar kiribû: “Em bang dikin ku lêpirsîneke navneteweyî di vê derbarê de were vekirin û dosyaya komkujî û sûcên şer ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne, radestî Dadgeha Ceza ya Navneteweyî were kirin.”

Têkildarî mijarê cîgirê hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid ji ajansa me re axivî.

Hemdan El Ebid da zanîn ku komkujiya li Kobanê yek ji wan sûcên şer e ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne û got: "Ev sûc berdewama siyasetên dijminatî yên dewleta Tirk û redkirina aştî û ewlehiyê ye.”

El Ebid aşkera kir ku piştî komkujiyê, Rêveberiya Xweser dest bi avêtina gavan kir û ev agahî dan: "Rêveberiya Xweser komîteyek ava kir da ku delîlan kom bike û li şahidên xwecih guhdarî bike. Armanc ji van gavan ew e ku binpêkirin werin belgekirin û radestî Neteweyên Yekbûyî û komîteyên mafên mirovan bên kirin."

Hemdan El Ebid bang li civata navneteweyî kir ku ji bo parastina sivîlan destwerdanê bikin. Her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku sûcên xwe yên domdar rawestîne.

Cîgirê hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid di dawiya axaftina xwe de got bêdengiya civata navneteweyî dewleta Tirk teşwîq dike ku sûcên zêdetir pêk bîne.

(bb)

ANHA