Şemis Enter: Yekitiya Kurdan mafên wan mîsoger dike

Çalakvan Şemis Enter bal kişand ser rola jinên Kurd di pêkanîna yekitiya Kurdan de û destnîşan kir ku ev yekitî dê bihêle Kurd û jin mafên xwe di Sûriyeya nû de bi dest bixin.

Şemis Enter: Yekitiya Kurdan mafên wan mîsoger dike
26 adar, 2025   03:45
QAMIŞLO

Çalakvan Şemis Enter têkildarî yekemîn konferansa jinên Kurd li Rojava ku di 23’yê Adarê de li bajarê Qamişlo bi dirûşma “Bi pêşengiya jinên Kurd yekitiya neteweyî ya kurd mîsoger dibe” ji ajansa me re axivî.

Şemis Enter diyar kir ku ku jin ji bo gihandina dengê xwe û xurtkirina yekitiya Kurdan di vê qonaxa hestiyar a Sûriyeyê de beşdarî vê konferansê bûn. Şemis Enter got lidarxistina konferansê di vê demê de, hewldaneke ji bo bidestxitina mafên jinan û Kurdan e. Şemisê destnîşan kir ku "Danezana Destûrî" ya ku vê dawiyê ji aliyê desthilatdarên Şamê ve hat derxistin, mafên Kurdan û jinan paşguh kirin, lewma ji bo mîsogerkirina mafên wan di destûr û zagonan de, tê xwestin ku xebateke hevbeş were kirin.

Şemis Enter wiha pê de çû: "Ev rejîma radîkal nûnertiya Kurdan û jinên ku dixwazin bi azadî û bi rûmet bijîn, nake, lewma divê em wek jin û Kurd bi hemû hêza xwe ji bo guhertina vê rewşê kar bikin.”

Şemis Enter bal kişand ser girîngiya beşdarbûna jinan di semîner û panelên siyasî de ji bo pevguhertina nêrînan û guhdarîkirina hemû aliyan, ji bo pêşxistina nêrîneke siyasî ya yekgirtî ku dê bibe alîkar ji bo lidarxistina kongreya kurdî. Her wiha bal kişand ser wê yekê ku rola jinên Kurd ji pirsgirêkên herêmî derbas dike û jinên Kurd dikarin bi bandor beşdarî çareserkirina mijarên neteweyî bibin û got divê hemû aliyên Kurd hev bipejirînin da ku bigihêjin nêrîneke hevbeş ku mafên her kesî biparêze.

Şemis Enter hêviya xwe anî ziman ku hemû aliyên kurdistanî bigihêjin nêrîneke hevbeş ku tu aliyek ji derve nemîne û hemû pêkhateyên siyasî û civakî beşdarî kongreya kurdî bibin û di dawiya axaftina xwe de got: "Tevî hemû tiştên ku niha li Sûriyeyê diqewimin, bi taybet li peravên Sûriyeyê, lê ez di wê baweriyê de me ku em ê bi yekitiya Kurdan di Sûriyeya siberojê de mafên xwe misoger bikin.”

(k)

ANHA