‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan rêya aştiyê ye’

Şêniyên Til Temirê diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide dengê Rêber Abdullah Ocalan bibire û nehêle bigihêje gelên herêmê. Şêniyan got azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan rêya aştiyê ye.

‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan rêya aştiyê ye’
‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan rêya aştiyê ye’
‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan rêya aştiyê ye’
‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan rêya aştiyê ye’
26 adar, 2025   07:25
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Tevgera Azadiya Kurdistanê û hêzên kurdistanî û demokratîk piştgirî da banga Rêber Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de bi rêya şandeya DEM Partiyê hatibû parvekirin. Tevî vê yekê dewleta Tirk heya niha bersiva vê bangê nedaye, her wiha êrişên xwe li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne.

Der barê mijarê de şêniyên li bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.

Şêniya bi navê Senaa El Ebûd bi bîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan jiyana xwe ji bo azadiya gelê xwe û gelên herêmê veqetandiye, têkoşîna wî ji bo edalet û azadiyê ye, lewre ne hêjayî girtin û îşkenceyê ye.

Senaa El Ebûd da zanîn ku dewleta Tirk nehişt şandeya DEM Partiyê beriya Newrozê hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re bike da ku peyama wî negihêje gelên herêmê.

Senaa El Ebûd diyar kir ku desthilata Tirk îdiaya aştiyê dike û ev li axaftinên xwe zêde kir: "Îdiayên wê ne rast in. Eger niyetên wê cidî be, bila azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bîne da ku bi xwe pêvajoya aştiyê bi rêve bibe."

Şêniyê bi navê Ridwan El Xelef got: "Dewleta Tirk bersivdayîna banga Rêber Abdullah Ocalan nade û li dora xwe dizîvir, ji ber ku dizane ku projeya wî ya demokratîk li dijî siyaseta nîjadperestiyê li hundirê Tirkiye ya ku Kurd, Ereb, Tirk û Asûr lê hene."

Ridwan El Xelef destnîşan kir ku bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li Tirkiye û herêmê aştî çênebe û got mayîna wî li girtîgehê tê wateya berdewama şer û tevliheviyê.

Jina bi navê Terfa Îbrahîm jî astengkirina hevdîtina beriya Newrozê ya şandeya DEM Partiyê ya bi Rêber Abdullah Ocalan wekî "parçeyek ji hewldanên dewleta Tirk ên têkbirina jiyana hevbeş a di navbera Kurd û pêkhateyên din" bi nav kir û got: "Armanc ji qedexeya dîtina Rêber Abdullah û xwendina nameya wî ya dawî bi dengê wî ew e ku gelê Kurd di bin zextê de bimîne û berdewma serweriya Tirkiye li ser doza Kurd e."

Terfa Îbrahîm xwest Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi berdewama girtina wî dê şer berdewam bikin û dê aştî li herêmê çênebe."

(bb)

ANHA