Rêveberiya Xweser cejna Paskalyayê pîroz kir
Rêveberiya Xweser bi peyamekê cejna Paskalyayê li gelê xiristiyan pîroz kir û diyar kir “Em bi hêvî ne ku cejna vejînê ya Mesîh bibe rizgariya gelan ji zilm û koletiyê û hewldanên ji bo jiyana birûmet.”

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya cejna Paskalyayê peyamek weşand. Di peyamê de tê gotin:
“Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cejna Paskalyayê li hemû xiristiyanên li Sûriyeyê pîroz dike. Em bi hêvî ne ku Xwedayê mezin bi xêr û xweşî vê cejnê li ser gelê me û hemû gelên cîhanê bi xêr û aştiyê vegerîne.
Em bi hêvî ne ku cejna vejînê ya Mesîh bibe rizgariya gelan ji zilm û koletiyê û hewldanên ji bo jiyana birûmet, azadî û aştiya di nava hemû neteweyan de, nexasim welatê me Sûriyeyê.
Em hewl didin ku welatekî nû li ser bingeha aştiyê ava bikin ku bibe serkeftin û ji her kesî re aştiyeke ku mafê her daxwazkarekî bide û aştiyeke li ser destûreke demokratîk ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê li ser li hev kirine ku maf û xwestekên her kesî garantî bike.
Cejna Paskalyayê pîroz be.”