Erişên DYA`yê li dijî Hûsiyan didomin
Balafirên artêşa DYA’yê li Sena, Cof, Seda û Erhebê baregehên Hûsiyan bomobebaran kirin.

Medyaya ser bi Hûsiyan ve ragihand ku hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) 6 êriş li dijî navçeya Erhebê ya parêzgeha Senaayê pêk anîn, jê 2 êriş li ser herêma Semaî hatin kirin.
Hate diyarkirin ku ku balafirên DYA’yê bi şev li Senaa, Cewf û Seidayê jî rêzeêriş li dijî baregehên Hûsiyan pêk anîn.
Hate diyarkirin ku baregeha El Hefa ya naverasta Senaayê hat hedefkirin û deverên Bert Enan û Xeb El Şexef ên parêzgeha Cewf, 4 caran hatine bombebarankirin.
Duh jî hêzên DYA’yê bendera petrolê ya Ras Îsa bombebaran kiribû.
(bb)