Li Sûriyeyê 6 kes hatin kuştin

Li deverên cuda yên Sûriyeyê 24 saetên dawîn de 6 kes hatin kuştin.

Li Sûriyeyê 6 kes hatin kuştin
19 nîsan, 2025   10:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li herêmên cuda yên Sûriyeyê di nava 24 saetên dawîn de 6 kes hatine kuştin.

SOHR’ê der barê kuştina 6 kesan de agahî parve kirin û da zanîn ku li nêzî bajarokê Necran ê Dêrazorê cenazeyê kesekî 60 salî ku bi guleyan hatiye kuştin, li mezreyekê hatiye dîtin.

Li gorî SOHR’ê, li taxa Kerem Lewz a bajarê Humisê 2 çekdarên li ser motorsîklêtê bûn, gule li jinekê û keça wê reşandin û ew li pêşiya mala wan qetil kirin.

Hate zanîn ku ji ber teqîna bermahiyên şer li nêzî bendava Bradon a Laziqiyê 2 kes û li herêma Zehra ya Dêrazorê kesekî din hatin kuştin.

(bb)