Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li Eyn Îsayê çalakî

Şêniyên navçeya Eyn Îsayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan û ji bo pêkanîna vê armancê soz da têkoşîn û berxwedanê mezin bikin.

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li Eyn Îsayê çalakî
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li Eyn Îsayê çalakî
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li Eyn Îsayê çalakî
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li Eyn Îsayê çalakî
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li Eyn Îsayê çalakî
24 kanûn, 2023   16:49
EYN ÎSA

Şêniyên navçeya Eyn Îsa û koçberên kantona Girê Spî li navçeyê li ser bangewaziya PYD`yê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan.

Meşvan heta Çerxerêya Şehîd Cûdî meşiyan, li wir hevserokê PYD`ê şaxê kantona Girê Spî Sabrî Nebo axivî û got: "Dewleta Tirk bi dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan, temenê aloziyên li Rojhilata Navîn zêde dike. Ji ber wê, gelê bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bawer in, dê rêya xilasiyê bigihînin serî, azadî û demokrasiyê pêk bînin."

Nebo wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide ku vîn û berxwedana gelên azad, têk bibe, lê belê berxwedana destanî ya ku Tevgera Rizgariyê, gerîla û hêzên parêzvanên gelê herêmê li hember êrişan nîşan didin, wê dawiya faşîzmî bînin."

(şx)

ANHA