Li ser sînorê Urdunê pevçûn: 4 qaçaxçî hatin kuştin

4 qaçaxçî dema dixwestin ji Sûriyeyê derbasî Urdunê bibin, hatin kuştin.

Li ser sînorê Urdunê pevçûn: 4 qaçaxçî hatin kuştin
6 adar, 2025   12:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên çekdar ên Urdunê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hatiye gotin, komeke qaçaxçiyên madeyên hişbir û çekan îro hewl dan ji Sûriyeyê derbasî Urdunê bibin. Hate diyarkirin ku hêzên parastina sînor bersiva hewldanê da û bi koma qaçax re ket nava şer. 

Li gorî dauxyaniyê, di şer de 4 qaçaxçîtî hatin kuştin û yên din jî vegeriyan Sûriyeyê.

Di daxuyahiya hêzên çekdar ên Urdunê de hate ragihandin ku piştî pevçûn miqdarek çek û madeyên hişbir jî hat desteserkirin.

(bb)