Li Efrînê xwendekarên Kurd ji bo lêpirsînê hatin agahdarkirin

Li Efrînê xwendekarên Kurd û malbatên wan ên di şahiya derçûnê de sembolên kurdî rakiribûn, ji bo lêpirsînê hatin agahdarkirin.

Li Efrînê xwendekarên Kurd ji bo lêpirsînê hatin agahdarkirin
30 hezîran, 2026   14:25
NAVENDA NÛÇEYAN
MIHEMED EBDO

Beriya çend rojan şahiya derçûna xwendekarên Fakulteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Gazîantep a girêdayê dewleta Tirk a li Efrînê pêk hatibû. Piştî çend rojan dezgeha ewlehiyê ya fakulteyê agahdariyên lêpirsînêkirinê ji xwendekarên Kurd û malbatên wan re şandin ku di şahiyê de sembolên kurdî hildabûn. 

Li gorî agahiyên ku malbatên xwendekaran dane, rêveberiya zanîngehê bêyî biryareke  qanûnî û bêyî diyarkirina sedeman, agahdariyên lêpirsînkirinê dane wan.

Hate diyarkirin ku di şahiya derçûnê de ku bi awayekî bi rêk û pêk hatibû birêxistinkirin, alên dewleta Tirk û Sûriyeyê hatin hildan. Her wiha tedbîrên meydanî yên şahiyê ji hêla aliyê dezgeha ewlehiyê ya girêdayî rêveberiya zanîgnehê ve hatibûn girtin.

Li gorî agahiyên ku malbatên xwendekaran dane nûçegihanê me, gelek xwendekar ditirsin ku bawernameyên wan ji wan bistînin û bi hincetên nerast sewqî dezgehên ewlehiyê yên hikumeta demkî werin kirin.

Hêjeyî bibîrxistinê ye ku yek ji xalên Peymana 29‘ê Çileyê ya di navbera QSD û hikumeta demkî de parastina taybetmendiyên herêmên Kurdan e. Di Biryarnameya 13`an de jî ku ji aliyê serokê hikumeta demkî  Ehmed El Şera ve hatiye dayîn, tê diyarkirin ku Kurd beşeke sereke ji Sûriyeyê ne, divê neteweya Kurd neyê paşguhkirin û mafên wan ên çandî bên parastin.

Fakulteya Perwerdeyê ya girêdayî Zanîngeha Gazîantepê di sala 2019‘an de anku salek piştî dagirkirina Efrînê, ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatibû vekirin.

(sb)

ANHA