Xelkê Holê piştgirî da Operasyona Ewlehiya Domdar

Şêniyên bajarê Holê piştgiriya xwe bi Operasyona Ewlehiya Domdar re nîşan da û diyar kir ku bi zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker re tevgerên şaneyên çeteyan jî zêde dibin.

Xelkê Holê piştgirî da Operasyona Ewlehiya Domdar
12 mijdar 2024   06:10
HESEKÊ
Elî El SULTAN

Operasyona Ewlehiya Domdar a ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, YPJ û QSDˈê ve li dijî şaneyên çeteyên DAIŞˈê li kampa Holê hatiye lidarxistin, dewam dike. Di encama operasyonê de heya niha zêdetirî 84 çete hatine girtin. 

Şêniyên bajarê Holê spasiya hêzên operasyonê kir û piştgiriya xwe ji wan re nîşan da.

Welîd Xalid Hisên da zanîn ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derfet da çeteyên DAIŞˈê ku li herêmê tevbigerin û êrişî hêzên ewlehiyê yên li derdora kampa Holê bikin.

Welîd Xalid bal kişand ser girîngiya Operasyona Ewlehiya Domdar jî û got, operasyona bi armanca paqijkirina kampa Holê û herêmê ji şaneyên çeteyên DAIŞˈê û mîsogerkirina ewlehiya wê di wexteke guncaw de dest pê kir.

Hisên spasiya hêzên Operasyona Ewlehiya Domdar kir û da zanîn ku şêniyan bi germahî pêşwaziya wan kir.

Zerîfe Salih Mihemed jî îşaret pê kir ku bi gûrbûna êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re tevgerên şaneyên çeteyên DAIŞˈê zêde bûn.

Zerîfe diyar kir ku lidarxistina Operasyona Ewlehiya Domdar pêwîstiyek bû û da zanîn ku operasyon ji bo mîsogerkirina ewlehî û aramiya bajarê Holê û kamp û gundewarê û ji bo tunekirina şaneyên çeteyan dest pê kir.

Zerîfe îşaret pê kir ku operasyonê rihetî û aramiya ku hewcedarê wê ne da wan û got ew piştgiriyê didin operasyonê.

Silêman Mihemed Qemer jî bal kişand ser xetereya malbatên çeteyên DAIŞˈê yên li Holê û got: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker bû sedema ku şaneyên çeteyên DAIŞˈê tevgerên xwe zêdetir bikin. Operasyona Ewlehiya Domdar jî bi armanca bidawîkirina xetereya van şaneyan hat destpêkirin."

Silêman Qemer piştrast kir ku şêniyên bajarê Holê piştgiriyê didin operasyonê.

(bb)

ANHA