Rêveberê Partiya Rêkeftin: Dewletên destwerdêr berpirsên komkujiyan in

Rêveberê Partiya Rêkeftina Demokrat a Sûriyeyê Samir Şêxo anî ziman ku dewletên garantor berpirsên komkujiyên li Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd in û girîngiya diyaloga rasteqîn a Sûriyeyê vegot.

 Rêveberê Partiya Rêkeftin: Dewletên destwerdêr berpirsên komkujiyan in
19 ÇILE, 2026   11:20
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên dewleta Tirk a dagirker wan perwerde dike, 6’ê Çileyê êrişên giran birin ser taxên Kurdan ên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê, komkujî li dijî şêniyan pêk anîn û ew koçber kirin. Ev jî di nava bêdengiyeke navneteweyî de hate kirin.

Der barê mijarê de rêveberê Partiya Rêkeftina Demokrat a Sûriyeyê Dr. Samir Şêx axivî.

Samir Şêxo di destpêka axaftina xwe de sivîlên di êrişên li ser van taxan de şehîd bûne, bi bîr anîn û bêdengiya navneteweyî û herêmî ya li hemberî êriş, komkujî û koçberkinê şermezar kir.

Şêxo diyar kir ku sûcên li van taxan hatine kirin neheqiyeke li hemberî tevahî sûriyeyiyan e û got dewletên destwerdanê li Sûriyeyê dikin berpirsên komkujiyan in.

Şêxo di dewama axaftina xwe de got: "Hikumeta par li Şamê hat avakirin, heya îro nekariye endam û komên di nava xwe de ku girêdayî dewletên herêmî ne, kontrol bike."

Samir Şêxo ji bo pêkanîna aştiyê li Sûriyeyê girîngiya diyaloga navxweyî û rekeftinê destnîşan kir û got hêviya sûriyeyiyan jî ev e.

Rêveberê Partiya Rekeftina Demokrat a Sûriyeyê Dr. Samir Şêxo di dawiya axaftina xwe de got: "Em naxwazin şerekî navxweyî li Sûriyeyê çêbe. Sûriyeyî ji şer, wêranî, koçberî û binpêkirinan westiyane. Em ji Sûriyeyê û tevahî pêkhate û mezhebên wê dixwazin ku bi hev re rûnên, ji ber ku diyalog rêya rasteqîn a ber bi aramiyê ve ye.”

(b)