‘Dijmin gorên şehîdan xirab dikin, lê şehîd di dilê me de zindî ne’

Şêniyên bajarê Kobanê diyar kir ku ew xirabkirina pakrewangehên şehîdan şermezar dikin û got “Şehîdên me hêz, vîn û mîrasa me ne û ew di dilê me de zindî ne.”

‘Dijmin gorên şehîdan xirab dikin, lê şehîd di dilê me de zindî ne’
19 ÇILE, 2026   12:04
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Li ser binpêkirinên ku ji aliyê çeteyên hikumeta demkî ve li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine kirin, bi taybet wêrankirina Pakrewangeha Şehîdan, şêniyên bajarê Kobanê ji ajansa me re nêrînên xwe anîn ziman.

Xanim Mehmûd got li taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê berxwedaneke bêhempa hate kirin û ev tişt anî ser ziman: "Berxwedana Şêxmeqsîd û Eşrefiyê li cîhanê deng veda û destaneke dîrokî nivîsandin. Em berxwedana wan silav dikin. Çeteyên hikumeta demkî û çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi her awayî êrişî gel kir, lê tu kesî nikaribû îrade û hêza gel têk bibe. Ji ber ku em xwedî hêza herî xurt in û gel û şervanan bi hemû hêza xwe li hember êrişên dijmin têkoşîn û berxwedaneke xurt da meşandin."

‘JI ŞEHÎDÊN ME DÎSA DITIRSIN’

Xanim diyar kir ku dijmin êrişî gel dikir û wiha got: "Çeteyên hikumeta demkî û çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi hêza gel nikarin, ji ber vê yekê berê xwe didin pakrewangehên me yên şehîdan, ji ber ku ew ji şehîdên me jî ditirsin, lewre pakrewangehên me xirab dikin."

Hesen Beyro da zanîn ku dijmin heta ji şehîdan jî ditirsin û pakrewangehan xirab dikin û wiha got: "Şehîdên me mîrasa me ne. Dijmin heta ji gorên şehîdên me dîsa ditirsin. Şehîdên me bingeha me ne, em êrişên dijmin li ser pakrewangehên me yên şehîdan şermezar dikin."

‘DIJMIN DIXWAZE TOLA XWE JI ŞEHÎDÊN ME HILÎNE`

Beyro diyar kir ku dijmin dixwaze tola xwe ji şehîdan hilînin, ji ber ku ev şehîd mîrasa gel in û got: “Dijmin bi hêza şervanên me nikaribû, ji ber vê yekê pakrewangehên me yên şehîdan xirab dikin, yanî heta ji gorên şehîdên me ditirsin."

Mihemed Bekar jî destnîşan kir ku çeteyên hikumeta demkî û çeteyên dewleta Tirk pakrewangehên şehîdan xirab dikin, ji ber ku dijmin dixwaze mîrasa gel têk bibe û wiha got: "Ne ku dijmin gorên şehîdên me xirab bikin, em hêza xwe ji şehîdên xwe digirin, ew hêz, vîn û mîrasa me ne. Şehîdên me di dilê me de zindî ne. Em êrişên dijmin ên li ser pakrewangehên şehîdên me şermezar dikin.”

ANHA