Rêvebera herêma Qamişloyê hemleya paqijkirinê ragihand

Rêvebera herêma Qamişloyê Cîhan Seîd Hesam bi boneya sedsaliya avabûna bajarê Qamişloyê hemleya paqijkirina bajêr ragihand.

Rêvebera herêma Qamişloyê hemleya paqijkirinê ragihand
10 tebax, 2026   14:53
QAMIŞLO

Bi boneya sedsaliya avabûna bajarê Qamişloyê rêvebera herêma Qamişloyê Cîhan Seîd Hesam bi xebatkarên çapemeniyê re civiya. Di civînê de têkildarî amadekariyên sedsaliya avakirina bajar agahî dan. Her wiha di civînê de li nêrînên xebatkarên çapemeniyê hat guhdarîkirin. Xebatkarên çapemeniyê ji bo amadekariyên sedsaliya Qamişloyê pêşniyarên xwe pêşkêş kirin.

Piştî ku civîn bi dawî bû, Cîhan Seîd Hesam civîna çapemeniyê li dar xist. Di destpêke de sedsaliya bajarê Qamişloyê li xelkê Qamişloyê pîroz kir û hemleya paqijkirina Qamişloyê ragihand.

Hemleya paqijkirine dê roja pêncşemê (13 Tebax) saet 08:00’an ji Çerxerêya Sonî ya bajêr dest pê bike. Hemle dê li ser 3 pêvajoyan were organîzekirin û pêvajoya yekem a hemleyê 3 hefteyan dê bidome.

Cîhan Seîd Hesam bang li şênî û saziyan kir ku bibin alîkar û tev li hemleyê bibin.

(np)

ANHA