Reqa di salvegera 8ˊan a rizgarkirinê de; destkeftiyên berbiçav

Bajarê Reqayê di salvegera 8’an a rizgarkirina ji çeteyên DAIŞ’ê de çand û nasnameya xwe vejîn dike. Hemleya avakirinê ya di sala 2017’an de bi serkêşiya Rêveberiya Xweser dest pê kir, dewam dike. Êdî şêniyên bajêr bi îradeya xwe ya azad hêviyên siberoja xwe ya aram û adilane pêk tînin.

20 cotmeh, 2025   05:10
REQA
ENES MIHEMED Û MIHEMED XELÎL

Di salvegera 8’an a rizgarkirina bajarê Reqayê ji destê çeteyên DAIŞ’ê de hêvî û berxwedana jiyanî di nava gelên wê de zêdetir dibin. Ji destpêka rizgarkirina Reqayê ku di 20’ê Cotmeha 2017’an de bi destê şervanên QSD’ê pêk hat, guhertineke bingehîn di bajar de çêbûye.

Kantona Reqayê di roja 20’ê Cotmehê de salvegeera 8’an a rizgarkirina ji çeteyên DAIŞ’ê pîroz dike. Ev bone pêngaveke nû ya di bîranîna hemû şêniyên Reqayê de ye. Ji wan re kêliyên bingehîn ên vegera giyan, nasname û çanda xwe ya piştî salan ji dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê ya ji sala 2014’an de li ser xelkên hate ferizkirin, e.

Di vê rojê de şervanên QSD’ê hêvî ji gelê Reqayê re vejîn kir. Ji wan re deriyê qonaxeke nû ya avakirin û jiyanê vekir. Rêveberiya Xweser a Reqayê di nava 8 salan de karîbû jiyanê vegerîne. Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a kantona Reqayê diyar kir ku dema nû dest bi xebatên jinûve avakirinê kir, 85 ji sedî ji bajêr wêrankirî bû.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê Meşleb El Turkan der barê mijarê de ji ajansa me re axivî û got: “Ev bîranîn ne tenê rojeke sembolîk e, kêliyên nirxandina giştî ya ji hemû xelkên Reqayê re ye. Îro Reqa li ser zemîneke hişk sekiniye. Lê hîn jî gelek astengî û zehmetî li pêşiya şêniyên wê hene.”

GAVÊN TENDURISTÎ…

Di aliyê tenduristî de gelek gavên girîng hatin avêtin. 3 nexweşxaneyên giştî (Wetenî, Nexweşxaneya Jinan a Welidandinê û Nexweşxaneya zarokan), 7 nexweşxaneyên taybet û 20 navedên tenduristiyê li bajar û bajarokên katnonê hene. Niha jî amadekarî tê kirin ku beşê kevin ê Nexweşxaneya Wetenî were amadekirin. Di demek nêzîk de dê beşê Renîn Mexnetîsî (RIM) jî were vekirin. Bi van gavan xizmetên tenduristî pêşketinek mezin pêk aniye.

Meşleb El Turkan, der barê planên wan ên pêşerojê de ev agahî dan: “Em plan dikin Nexweşxaneya Jinan a Welidandinê berfirehtir bikin, Navenda Dil û Çav li bajar di sala were de vebikin. Ev dê navendên stratejîk ên di xizmeta şêniyên kantonê de be.

PERWERDE: BERFIREHKIRINA BINESAZIYAN Û ZÊDEBÛNA HEJMARÊN XWENDEKARAN

Di beşê perwedeyê de pêşketinek berbiçav hatiye jiyankirin. Hejmara dibistanan di kantonê de zêde bûne. Di sala 2022’an de 358 dibistan vekirî bûn, îsal hejmara dibistanên vekirî bûye 458. Rêvberiyê 104 dibistan çaksazî kir, 20 dibistanên nû vekir, 5 dibistan niha têne çêkirin, 26 têne çaksazîkirin. Bi giştî hejmara xwendekaran 96 hezar û 453 e. Hejmara mamosteyên perwerdeyê didin 5 hezar û 866 mamoste ne.

Hemahengiya Zanîngehên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2021’an de Zanîngeha El Şeriq vekir. Di navê de 8 fekulte, 4 peymangeh hatine vekirin. Di wan de Fakulteya Zanistî, Çandinî, Hiqûq, Aborî, Zimanê Ingilîzî, Wêje, Perwede û fêrkirin û Zanista Tibî hene. Peymangehên Teknîkî, Zimanan, Peymangeha Endazyariyê, Rêveberiya Darayî û Zimanê Kurdî hene. Meclisa Zanîngehan Fakulteya Bijîşka Beytera vekir.

BINESAZÎ Û XIZMETGUZARÎ

Rêveberiya Xweser ji destpêka rizgarkirina bajarê Reqa VE dest bi xebatên jinûve avakirinê û rêxistinkirina bajêr kiriye. Şêniyên bajêr li kêleka rêveberiyê di pêkanîna xizmetên binesaziyê de cih girtin. Di warên tenduristî, perwerde û çandiniyê de gelek gav hatin avêtin. LI kêleka wê jî rê hatin çêkirin, kanalîzasyon hatin sererastkirin û ava vexwarinê hat peydakirin.

Di kantonê de 107 firne hatine vekirin. Ji wan firneyek girêdayî Meclisa Aborî û Çandiniyê û 5 kooperetîf in.  Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Kantona Reqayê rojane 297 ton ard li wan belav dike.

Di beşê ava vexwarinê de niha 200 stasyon ji bo dabînkirina avê ji bajar û gundên wê re dixebitin. Li kêleka wê 25 navendên avdanê hatine çêkirin. Meşleb El Turkan têkildarî vê yekê, da zanîn ku Rêveberiya Xweser ji rojên destpêkê yên rizgarkirinê ve dest bi xebatên sererastkirina stasyonên avê kiriye.

El Turkan, anî ziman ku Rêveberiya Xweser di nava hewldanan de ye ku rewşa çandiniyê bi pêş bixe, ji ber ew jêdera sereke ya jiyana xelkên herêmê ye.

Rêveberiya Xweser a kantona Reqayê di nava hewldandn de ye ku stasyonên dayîna ava vexwarinê di bajar û gundên Reqayê de zêde bike. Da ku av bigihêje xalên herî dûr ji gundên Reqayê. Ev plan di çarçoveya xebatên projeyên sala 2025’an de pêk tê.

Di mijara kehrebeyê de Rêveberiya Reqayê rêzeproje dane destpêkirin. Di nava 7 salan de gelek stasyonên kehrebê hatin çaksazîkirin. Piraniya stasyonên bajêr û gundên wê dixebitin.

ÇANDINÎ Û PÎŞESAZÎ; BER BI XWETÊRKIRINÊ VE

Li kantona Reqayê hejmara zeviyên çandiniyê yên têne avdan 756 hezar donim erd in. Bi rêya projeyên avdanê têne avdan. Ev li gundên kantonê belav bûne.  Hin ji wan li ser Çemê Belîz  û hin li ser bîran têne avdan. Di kanotnê de 550 kargehên cûda hene. Ji wan 250 kargehên dayîmî û 150 kargehên demsalî hene. 150 kargeh niha sekinîne.

Şêniyên Reqayê li ser çandiniya pembo, genim, ceh û garis in. Di heman demê de darên bi berhem û sebze bi rêjeyeke zêde li katnonê têne çandin. Cotkarên kantona Reqayê sîstema xwetêrkirinê di kantonê de pêk anîne, bi taybet di cûreyên sereke yên çandiniyê de.

XEBATÊN ŞAREDARIYÊ: RÊJEYA ÇAKSAZÎKIRINÊ GIHÎŞTIYE JI SEDÎ 85 Û XEBAT DIDOME

Şaredariya Reqayê heta niha ji sedî 70 ji rêyên bajar çaksazî kirine. Rêjeya isfelta hatiye bikaranîn di nava 8 salan de 128 hezar û 420 metre dam di çaksazkirina rêyan de hatiye bikaranîn. Di 8 salên derbasbûyî de rêjeya çêkirina kanalîzasyona bajar gihiştiye ji sedî 85. 4 hezar û 22 ruxstên avahiyan dane, di heman demê de tevgera avakirinê di bajar de zêde bûye.

Şaredariya gel a Reqayê ji sala 2018’an de hatiye vekirin. Ji wê demê ve 4 hezar û ruxstên avahiyê dane welatiyan. Tevgera avakirinê pir bûye. Şaredariya Reqayê jî hewl dide budceya xwe yên sala were ji bo pirojeyên çaksazkirinê zêde bike. Da ku karibe hemû zirarên çêbûne telafî bike, bi taybet li gundan.

CIVAK Û RÊVEBERÎ; PÊŞXISTINA LIHEVKIRIN Û ROLA JINAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê hejmarek destpêşxeriyên lihevanîna civakî pêk anîne. Di nav de piştgiriya rêxistinên civakî yên sivîl û pêşxistina rola jinan di saziyan de wekî Kombûyîna Jinan a Zenûbiya û Meclisa Jinan a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan in.

Di Kantona Reqayê de 16 meclisên herêmî  li bajar û gundan hene. Di wan de 349 komîn hene. Li gorî serjimariya Meclisa Rêveber a sala 2024’an milyonek û 10 hezar û 776 şênî li kantona Reqayê hene.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk a Reqayê Meşleb El Turkan da zanîn ku li Reqayê 3 beşên sereke (pîşeyî, perwede, tenduristî, çandinî û xizmetguzarî) hene. Di hemûyan de jî pêşketinek berbiçav heye.

Meşleb El Turkan, da zanîn ku Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk di van qadan de bi baldarî tev digere û hewl dide di budceya sala 2026’an de derfetên kar dabîn bike.

Meşleb di dawiya axaftina xwe de got: “Reqa tu carî paş ve gavan navêje. Îradeya xelkên wê ji hemû rewşan bi hêztir e. Pêşketina me dewam dike û em ê ber bi siberojeke adilane ya aram ve biçin. Em projeyên nû datînin ber çavên xwe. Armanca me pêkanîna aramî û ewlekariya herêmê ye. Em ê piştgiriya projeyên biçûk bikin. Em ê rêveberiya herêmî bi pêş bixin.”

(dc)

ANHA