Bi vê projeyê êdî sewalvan asteng nabin

Ji ber di salên dawî de ziwabûn li herêmê zêde bûye, sewalvan di peydakirina êm de zehmetiyan dikşînin. Şêniyên herêm li çareseriya peydakirina êm bi buhayên kêm digerin. Di vê der barê de ciwanekî endazyar projeya çandiniya cehê şînhatî li Tirbespiyê pêk anî. Ev cûreyên ceh bi şînî tê çinîn û wekî êm ji sewalan re tê pêşkêşkirin.

Bi vê projeyê êdî sewalvan asteng nabin
Bi vê projeyê êdî sewalvan asteng nabin
Bi vê projeyê êdî sewalvan asteng nabin
Bi vê projeyê êdî sewalvan asteng nabin
Bi vê projeyê êdî sewalvan asteng nabin
Bi vê projeyê êdî sewalvan asteng nabin
Bi vê projeyê êdî sewalvan asteng nabin
20 cotmeh, 2025   07:30
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Endazyarê çandiyê Bêjwar Silêman ê ji gundê Girê Berî yê rojhilatê bajarê Tirbêspiyê yê kantona Cizîrê demeke li rêya çareseriya pirsgirêka peydakirina êm ji sewlan re digere. Bi taybet piştî guhertina avhewayê û kêmbûna barîna baranê, ev bû pirsgirêka hemû sewalvanên herêmê. Ev pirsgirêk bû sedema hin sewalvan dest ji xwedîkirina pez berdin. An keriyên xwe yên mezin biçûk kirin. Silêman weke çaresriyeke ji bo peydakirina êmên pez û başkirina hilberîna sewalvaniyê bi ezmûna xwe gavek ber bi çareseriyê ve avêt.

Silêman diyar kir ku piştî salekê ji hişkesaliyê û bilindbûna buhayê êm, wî dest bi lêgerîna rêbazên altarnatîf ên ji bo peydakirina êmên pez kiriye. Silêman got wî cehê şînhatî weke bijarteya herî guncaw a di rêya çareseriyê de dîtiye, nemaze ji ber ku sûdên wê yên xwarinê ji pez re zêde ye. Hesin, birotîn û cûreyên vitaminên tê de heye.

Bêjwar Silêman anî ziman ku di destpêkê de, ji ber kêmbûna pisporiyê û nebûna madeyên guncaw, wekî qalibên plastîk ên taybet, hin zehmetî hebûn. Lê piştî lêkolîn û ceribandinê, wî hemû astengî derbas kir û niha dest bi lêberîna cehê şînhatî kiriye.

Li gorî endazyar Silêman, 24 saetan ceh di avê de tê nimadin, dûre nêzî 2,5 kîlo ceh li her qalibekî tê belavkirin. Qalib di odeyeke bi ronahî û şilahiyê hazir de tê parastin. Her 6 saetan av li qaliban tê reşandin. Bi wê re, tenê di 7 rojan de êm hazir dibe.

Silêman diyar kir ku cehê şînhatî nêzî ji sedî 60 ji lêçûna êmê din peyda dike, li kêlek wê jî hejmara zayînan pez zêde dike, hilberîna şîr û goşt baş dike. Li kêlek wê jî sîstema parastina sewalan û kalîteya hilberînê xurt dike.

Di vê xebatê de, karker cehê şînkirî tev li kayê dikin û rojê 2 caran didin mihan. Ev êm ji dêvla êma çêkirî ye.

Bêjwar Silêman destnîşan kir ku her kîloyek cehê heb, nêzî 8 kîlo cehê şînhatî hildiberîne. Ev yek lêçûna zêde û rûbereke çandiniyê qezenc dike. Mirov dikare di odeyek biçûk de li şûna rûberên berfireh ên zeviyan, hilberîne.

Di dawiyê de endazyar Bêjwar Silêman bang li kesên ku bi vî karî re mijûl dibin kir ku vê tecrûbeyê pêk bînin, ji ber ku cehê şînhatî ji hemû lawiran û sewalan re dibe. Wek pez, çêlek, bizin û heta ji mirîşkan re jî dibe, ji aliyê abûrî ve jî lêçûnek pir kêm divê.

(ac/fr)

ANHA