Jinên ji Reqayê piştî 8 salan ji rizgarkirinê ji paşguhkirinê ber bi biryardayînê ve

Li Reqayê piştî 8 salan ji rizgariyê û têkoşîna berdewam, jinan gavên mezin ber bi serkeftinê ve avêtin. Jinan di rêbertiya komîn, meclis û desteyan de, heta bi awayekî çalak di warên parastin û ewlehiyê û di jiyana siyasî de jî beşdar in. Jinan got destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîne divê bibin destpêka şoreşa jinan a li seranserî Sûriyeyê.

Jinên ji Reqayê piştî 8 salan ji rizgarkirinê ji paşguhkirinê ber bi biryardayînê ve
Jinên ji Reqayê piştî 8 salan ji rizgarkirinê ji paşguhkirinê ber bi biryardayînê ve
Jinên ji Reqayê piştî 8 salan ji rizgarkirinê ji paşguhkirinê ber bi biryardayînê ve
Jinên ji Reqayê piştî 8 salan ji rizgarkirinê ji paşguhkirinê ber bi biryardayînê ve
20 cotmeh, 2025   06:40
REQA
MIZGÎN ELÎ - DÎMA MIHEMED

Di salvegera 8'emîn a rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê de (20 Cotmeh 2017), tecrubeyên jinên ji bajêr balê dikişînin ser veguherînên kûr ên ku jinan derbas kirine; ji paşguhkirin û tecrîdê bigire heta bi hebûn û beşdariya di cihê biryardayînê de.

Çîroka Meryem Îbrahîm a ku ji jiyana malê ya klasîk derbasî cihê rêbertiya siyasî bûye, modela rêwîtiya pêşketina jinên ji Reqayê û israra wan a avakirina civakeke demokratîk ya adilane û hevseng, temsîl dike.

TÊKOŞÎNA JINAN LI REQAYÊ

Meryem Îbrahîm ku niha wek hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixebite, ji ajansa me re bal kişand ser têkoşîna jinan li Reqayê; ji ketina bin nîrê adat û kevneperestiyê, heta bi qonaxa herî dijwar di dîroka wê ya di bin desthilatiya çeteyên DAIŞˊê de û qonaxa rizgarî û tevlêbûna aktîf li nava xebata siyasî û rêveberiya nava saziyên Rêveberiya Xweser de.

Meryemê got: "Jinan li Reqayê salên dirêj êşa paşguhkirin û zordariyê kişandin. Lê karî vê êş veguherînin hêz û tirsê bikin vîn. Qonaxa serweriya DAIŞˊê li herêmê bi hemû awayan tarî bû. DAIŞˊê jin ji mafên wan ên herî hêsan mehrûm kiribûn. Lê jin ji vê tariyê derketin û ronasanseke dîrokî ya bêhmpa pêk anî."

Di dewama axaftina xwe de Meryemê diyar kir: "Rizgarî ne tenê ji DAIŞ'ê, lê ji adatên zilamperestiyê yên ku tevgera jinan kelepçe dikirin û qedexe dikirin jin beşdarî jiyana giştî bibin, bû. Îro jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê di rêveberiyê de, di biryara siyasî de jî beşdar in û daxwaza nûnertîkirina xwe di destûra nû ya Sûriyeyê de dikin."

'DIVÊ DESTKEFTIYÊN LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ BIBIN ÇIRÛSKA ŞOREŞA JINAN LI SERANSERÎ SÛRIYEYÊ'

Meryemê destnîşan kir ku ev veguherîn temsîla modelekê dikin ku divê li tevahî Sûriyeyê belav bibe û got: "Piştî 60 salî ji paşguhkirin, zordarî û koletiyê êdî dem dema serhildana jinên Sûriyeyê bi giştî ye. Divê destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin çirûska şoreşa jinan li tevahiya Sûriyeyê. Ez bi xwe ji jineke sade ya ku ji xwedîkirina zarokan pê ve tu rol wê nîn e, di saziyeke Rêveberiya Xweser de bûm rêveberek. Piştre bûm endama şandeyekê ku daxwaza mafên hemû gelên Sûriyeyê dike. Ev guhertina klîteyî ne hêsan bû, lê nîşaneya ku dema vîna hebe guhertin pêkan e."

Di dawiha axaftina xwe de Meryem Îbrahîm bang li jinên Sûriyeyê kir ku li benda kesî nemînin ku mafên we bidin we, hûn bi xwe mafên xwe bistînin.

'TÊKOŞÎN Û XEBATA HIŞMENDIYÊ YA BI SALAN'

Hevseroka komîneke Meclisa Ehmed El Şeban a bajarê Reqayê Cîhan Mistefa diyar kir ku piştî salên têkoşîn û xebata hişmenediyê êdî jin di karê civakî û rêveberî de bi taybetî di komînan de roleke sereke dilîzin.

Cîhanê got: "Ez ji 3 salan ve li komînan kar dikim û li pêşiya me gelek zehmetî derketin, nexasim nenaskirina mekanîzmaya xebata komînan ji aliyê şêniyan ve, lê bi demê re û bi rêya civîn û hevdîtinan ev yek hat derbaskirin. Em rûbirûyî gelek zehmetiyan bûn, weke zihniyeta baviksalariyê ya ku beşdariya jinan asteng dikir. Li kêlek wê jî zehmetiyên di birêxistinkirina karê rûpelî de jî hebûn. Lê bi hevkariya saziyên civakî, birêxistinkirina belgeyan û pêşxistina mekanîzmayên karê rêveberî, ev zehmetî jî hatin derbaskirin.”

Cîhanê diyar kir ku guhartina di nêrîna civakê ya ji bo jinan de berbiçav bû, bi taybet piştî gelek rûniştinên hişmendiyê yên der barê rola komînan û erkên wan de. Jin ji rewşa paşguhkirinê derbasî beşdariya aktîv bûn û êdî di dayîna biryaran de bûn xwedî rol û îro ji bo vê yekê piştgirî û bersivdaneke mêr heye.

'RIZGARKIRINA REQAYÊ JI BO ŞÊNIYÊN WÊ ROJBÛNEKE NÛ YE'

Girêdayî mijarê, endama rêveber a Hêzên Ewlekariya Hundirîn - Jin Hîlda Tomas Toma got: "Salvegera rizgarkirina Reqayê ne tenê rojeke dîrokî ye, ew ji bo bajêr û jinan rojbûneke nû ye. Di vê rojê de rastî li hember zulmê, jiyan li hember mirinê û jin li hember qeydên terorê ku li ser ferz kiribûn, bi ser ket."

Hîldayê wiha dewam kir: "Tişta destpêkê tê bala min, dema ku li ser rizgarkirinê tê axaftin, wêrekiya jinên ku li kêlek şervanên xort û jin sekinîne û bi rê û rêbazên cuda beşdarî rizgariya bajarê bûne. Li gel tirsê, ew qonaxeke tijî hêvî û israr bû."

Hîlda da zanîn ku piştî rizgarkirina Reqa ji binî de hat guhertin; ji bajarê ku wêraniyê ew westandiye ber bi bajarekî ji bo jiyanê lê dide. Rola jinê di vê veguherînê de ya teware bû. Jin di tevahî hûrgiliyên civakê de bû beşek bingehîn. Li gel ku jinan êş di bin dagirkeriya DAIŞˊê de kişandibûn, lê vîna wan nehat şikandin.

Hîlda wiha berdewamî da axaftina xwe: "Piştî rizgarkirinê me dest bi xwerêxistinkirinê kir. Em tev li rêxistinên jinan bûn, piştre tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûn. Pêşdeçûn ne hêsan bû, lê bi saya zanabûn û îsrarê me pir tişt pêk anîn.”

Hîlda li ser qeydên civakê yên ku red dikirin ku jin cihên xwe di biryardayînê û leşkeriyê de, axivî û got: "Bi demê re û bi xebatê jinan îsbat kir ku ew dikarin xwedî li berpirsiyariyê derkevin û hebûna wan ji bo pêkanîna ewlehiyê girîng e.”

Der barê beşdariya jinan di Hêzên Ewlekariya Hundirîn de Hîlda destnîşan kir ku ew ne sembolîk bû, lê kete pratîkê û got: "Em beşdarî tevahî erkan bûne; ji birêxistinkirina trafîkê bigire, heta bi Têkoşîna Dijî Sûcê û parastina navendan. Encam berbiçav in, civak piştgiriyê dide û bi me serbilind e. Hebûna jinan di Ewlekariya Hundirîn damxaya mirovî li karê ewlehiyê zêde kir. Jin û zarok di dan û standina bi endamên jin ên Ewlekariya Hundirîn de rehetiyekê hîs dikin. Me gelek mijarên jinan bi awayekî adilane çareser kirin."

Hîlda Tomas Toma girîngî da rola mirovî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin jî û got: "Em her tim li kêlek jinên rûbirûyî tundî yan jî zulmê tên disekinin. Rizgarkirin ne dawiya rê bû, lê belê destpêkek bû. Jin destkeftiyên rizgarkirinê diparêzin û pêşeroja nifşan misoger dikin. Ez siberojeke geş li pêşiya jinên ji Reqayê dibînim. Jin di rêveberiyê, ewlekarî, siyaset û perwerdehiyê de hene, ev jî tê wateya ku jinên ji Reqayê bi yekcarî venagerin tarîtiyê."

(mh/fr)

ANHA