Reqa di nava amadekariya wergirtina genim de ye

Di demekê de cotkar ji ber hişkesaliyê rûbirûyî zehmetiyên mezin in, Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Kantona Reqayê ji bo wergirtina mewsima genim a 2025’an di nava amadekariyan de ye.

Reqa di nava amadekariya wergirtina genim de ye
Reqa di nava amadekariya wergirtina genim de ye
Reqa di nava amadekariya wergirtina genim de ye
13 gulan, 2025   07:35
REQA
MIHEMED XELÎL

Di çarçoveya xebatên Meclisa Aborî û Çandiniyê ji bo hêsankirina wergirtina berhemên genim ji cotkarên kantona Reqayê de gav hatin avêtin. Meclis texmîn dike ku amadekariyên zû wê pêvajoya wergirtinê hêsantir bike û wê derengmayîn bandoreke neyênî li ser cotkarên ku zehmetî di vê mewsimê de kişandine, bike.

Têkildarî mijarê, hevserokê Komîteya Depoyên Genim, Aş û Firnan a kantona Reqayê Sebrî Mihemed axivî û got: "Em amadekariya wergirtina mewsima genim a 2025’an dikin. Me dest bi perwerdekirina pispor û muhasibên (hesabgiran) ku wê çavdêriyê li pêvajoya wergirtina genimê kantonê bikin, kiriye."

Li Reqayê 6 depoyên genim ji bo pêşwazîkirina mewisma genimê ya 2025’an amade ne; Kalita, Şinîna, Kebiş, Rafiqa, Selhebiya, Bedir. Hêza wergirtina genim li van depoyan 70 hezar ton e. Mihemed diyar kir ku ger genimê were wergirtin di van depoyan de hilnehat wê li eraziyan rêxin û got: "Em ê çewalan bidin cotkaran û ew jî di depoyan de ye."

Mihemed diyar kir ku du erazî ji bo pêşwazîkirina genimê di çewalan de hatine amadekirin; Şinîna û Kebiş.

Li gorî Meclîsa Aborî û Çandiniyê ya Kantona Reqayê, hêza wergirtina mewsima genimê îsal heta 200 hezar ton e.

Ji ber nebarîna baranê cotkar rûbirûyî saleke ziwa ne ku bandoreke mezin li mewsima zivistanê kir. Li gorî raporeke berê ku ajansa me parve kiriye, îsal çandiniya bejî ji sedî 80 zirar dîtiye, di heman demê de Rêveberiya Xweser jî bi dayîna mazota avdanê li gorî beşan piştgiriyê dide cotkaran.

Di van şert û mercan de cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cotkaranên herêmê daxwaza diyarkirina bihayekî baş ji bo genim û piştgiriya guncaw ji bo çandiniyê kir, ku li gorî lêçûna hilberînê û rewşên avhewayî ku bandor li wan kiriye be.

(aq/fr)