El Şeri di lûtkeya Erebî ya Bexdayê de beşdar nabe

Li hemberî vexwendina serokê desthilata Şamê El Şeri ji bo beşdarbûna di lûtkeya Erebî ya Bexdayê de siysetmedarên Iraqê bi tundî nerazîbûna xwe nîşan da. Der barê wê de çavkaniyên dîplomasî yên Iraqî da zanîn ku ji bo El Şeri biryara girtinê ya kevin heye.

El Şeri di lûtkeya Erebî ya Bexdayê de beşdar nabe
12 gulan, 2025   23:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li hemberî vexwendina serokê desthilata Şamê Ehmed El Şeri ku beşdarî lûtkeya Erebî ya Bexdayê bibe siyasetmedarên navdar ên Iraqê yên alîgirên Îranê bi tundî nerazîbûna xwe nîşan da. Têkildarî mijarê çavkaniyekî dîplomasî yê Erebî da zanîn ku El Şeri di lûtkeyê de beşdar nabe.

Çavkanî ji ajansa nûçeyan a Fransayê (AFP) re gotibû ku El Şeri di Lûtkeya Erebî ya asayî ya 34’an de ku wê di 17’ê Gulanê de li Bexdayê li dar bikeve beşdar nabe û wê Wezîrê Karên Derve yê desthilata Şamê Esed El Şîbanî di lûtkeyê de serkêşiya şandeya Sûriyeyê bike.

Çavkaniyên ewlehî yên Iraqê jî ji heman ajansê re diyar kiribû ku li Iraqê li dijî El Şeri biryara girtinê ya kevin heye, dema ku ew çekdarekî rêxistina El Qaîdê bû û ji ber wê çend salan di girtîgeha Iraqê de ma.

(mh/fr)