Remziye Mihemed: Bêyî Rêber Abdullah Ocalan aştî çênabe

Hevseroka TEV-DEM’ê Remziye Mihemed diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan şertê bingehîn ê aştiyeke mayînde ye û got divê her kes bi rola xwe rabe.

Remziye Mihemed: Bêyî Rêber Abdullah Ocalan aştî çênabe
30 kanûn, 2025   04:20
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Remziye Mihemed ji ajansa me re girîngiya Banga Aştî û Civaka Demokratîk nirxand ku di 27’ê Sibata îsal (2025) de ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatibû kirin.

Remziye Mihemed got Banga Aştî û Civaka Demokratîk di pêvajoyeke hesas de ku qeyran kûrtir dibin hat destpêkirin û ev bang ji bo Kurdistanê û dagirkerên û ji bo welatên Rojhilata Navîn ên bi domdarî şer û gef lê hene girîng e.

Remziye Mihemed anî ziman ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk wekî gavekê ji bo rawestandina şerê li Rojhilata Navîn e û got: "Her kes xwe neçar dibîne ku bi rêya nîqaş û nirxandinan rola xwe di projeya aştiyê de bi cih bîne."

Hevseroka TEV-DEM’ê bal kişand ser girêdana di navbera pêvajoya aştiyê û Rêber Abdullah Ocalan de jî û ev nirxandin kir "Rêber Abdullah Ocalan bêyî ku berjewendiyên wî yên şexsî an navneteweyî hebin, di girîgehê de rewş bi kûrahî nirxand û rêbazên çareserkirinê ji van qeyranan re dît. Nirxandinên wî ji bo xizmetî berjewendiyên gelan ne. Pêvajoya aştiyê ji pirsgirêkên gel, ji bo bidawîkirina şeran û gefên li ser herêmê çareserî ye."

Remziyeyê diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji 26 salan ve ji bo aştî û azadiya gelên bin dest di girîgehê de têkoşînê dike, lê li beramberî gavên ku avêtine, aliyên dîtin bi rêya komplo û derxistina pirsgirêkan dixwazin aştî ji navaroka wê derxin.

Remziye Mihemed da zanîn ku banga aştiyê her timî ji aliyê Rêber Apo, PKK û civaka Kurd ve hatiye pratîzekirin.

Hevseroka TEV-DEM’ê li ser sedema ku dewleta Tirk pêvajoya aştiyê red dike ev tişt anî ser ziman: "Dewleta Tirk naxwaze mafên Kurdan di destûr û dewletê de hebin. Her timî hewl dide bi rêya şeran, komkujî, qirkirina etnîkî îradeya Kurdan bişkîne."

Remziyeyê diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan şertekî bingehîn ji bo bidestxistina aştiyeke mayînde, mîsogerkirina mafên Kurdan û girtiyên siyasî û şoreşgerên PKK’ê ye ku rola xwe ya rastîn pêk bînin. Remziye got, "Rêber Apo mîmarê aştiyê ye û aştî bêyî wî nayê dîtin an jî nayê jiyîn."

Remziya Mihemed li ser sedema ku bêyî Rêber Abdullah Ocalan aştî nayê bidestxistin ev nirxandin kir: "Cewhera aştiyê di kesayetiya wî de cih digire. Hem bi gavên pratîkî ku wî di vî warî de avêtiye û hem jî bi pêşniyarên wî yên ji bo projeyên azadiyê, wekî felsefeya azadiya jinan û felsefeya konfederalîzma demokratîk ku îro li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têne bicîhanîn. Van projeyan di mîsogerkirina mafên hemû pêkhateyan di şoreşa gel de û di peydakirina çareseriyên berfireh ji bo aliyên cûda yên jiyanê, hem di navbera civakan de û hem jî di navbera dewletan de, bi ser ketine.”

Remziyeyê da zanîn ku eger her kesî rol û erkên xwe di pêvajoya aştiyê de bilîzin, aştî dê li her derê pêk were. Her wiha anî ziman ku ji Tirkiye tê xwestin ku erkên xwe bi cih bîne û gavan biavêje.

Hevseroka TEV-DEM’ê Remziye Mihemed di dawiya axaftina xwe de got divê derfeta ji bo aştiyê hatiye were qezencekirin, divê her kes ji bo aştî û azadiyê erkên xwe bi cih bîne.

(b)