Rejîma Îranê xwepêşanderek din darve kir

Rejîma Îranê ciwanek ku tevlî xwepêşandanan bibû, danê siharê darvekir.

Rejîma Îranê xwepêşanderek din darve kir
21 nîsan, 2026   10:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Rejîma Îranê di çarçoveya zext û cezayên giran ên li ser beşdarên xwepêşandanên dawî yên gelên Îranê de, îro xwepêşanderekî din jî darve kir.

Malpera ‘Mîzan’ a ser bi desthilata dadweriya Îranê ve ragihand ku danê siharê xwepêşanderekî bi navê Emîr Elî Mîrceferî ji aliyê rejîmê ve hatiye darvekirin. Hat diyarkirin ku cezayê darvekirinê yê Emîr ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve hatibû pesendkirin.

Li gorî nûçeyê, Mîrceferî di dema nerazîbûn û xwepêşandanên li bajarê Tehranê de hatibû girtin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji 28’ê Kanûna 2025’an ve, li seranserî bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji ber krîzên aborî, siyasî û civakî, gelên Îranê dest bi xwepêşandanan kiribû. Rejîma Îranê ji cihê bersiva daxwazên rewa bide, bi gulebaran, kuştin û girtinê bersiv da.

Hate ragihandin ku ji destpêka şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê heya niha, herî kêm 14 girtiyên siyasî hatine darvekirin ku 7 ji wan beşdarên xwepêşandanan bûn.