Rejîma Îranê mamosteya Kurd Forûzan Îslamî binçav kir

Hêzên rejîma Îranê li Urmiyeyê mamosteya Kurd Forûzan Îslamî binçav kir û aqûbeta wê nayê zanîn.

Rejîma Îranê mamosteya Kurd Forûzan Îslamî binçav kir
16 gulan, 2026   12:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê û çavkaniyên herêmî, der barê binçavkirina jineke Kurd de agahî parve kir. 

Li gorî nûçeyê, jina Kurd a bi navê Forûzan Îslamî ku mamosteya zimanê Ingilîzî û berpirsa Akademiya Ziman a “Newcewan” a li bajarê Urmiye ya rojhilatê Kurdistanê ye, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hate binçavkirin û ber bi cihekî nediyar ve hatiye birîn.

 Hat diyarkirin ku hêzên ewlehiyê bêyî ku tu biryareke dadgehê hebe bi ser mala Forûzan Îslamî de girtine û ew revandine. Heya niha der barê cih û rewşa tenduristiya wê tu agahî nehatine bidestxistin. Hat gotin ku Forûzan Îslamî di warê perwerdehiya zimanê Ingilîzî de xebatên çalak meşandiye û weke kesayeteke naskirî ya Kurd li Urmiyeyê tê naskirin.